Ekrem Payan,Faruk Küçük
12 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2021
Li Sîlopiya navçeya Şirnexê quntarên Çiyayê Cûdî yê ji terorê hat paqijkirin bû landika xezalan.
Di çarçoveya projeya ku ji hêla Midûriyeta Şaxa Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî ji bo dewlemendkirina cinsên biyolojîk ên li herêmê hat cîbicîkirin da 50 xezalên ji cinsa "gazella subgutturosa" berdan mezreyên Uçagaç û Gavîtayê yên li pêşa Çiyayê Cûdî ku bi qasî salek berê hat aramkirin.
Piştî ku xezal zan, hejmara xezalên li deverê di 11 mehan da derket 65an.
Ekîb bi wênegir, drone û dûrbînê va bira xezalan dişopîne. Her wiha meha îlonê dê 40 xezalî ji Îstasyona Lihevzêdebûnê ya Xezalan a Şanliurfayê bînin û tevlî vê bira navborî bikin.
Midûrê Şaxa Parastina Xwezayê û Parqên Neteweyî Orhan Kalay ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir ku li gorî lêkolîna ku wan 3 sal berê kir, wan tesbît kir ku li herêmê 50 sal berê xezal jiyane û lewma jî wan par meha îlonê li quntarê Çiyayê Cûdî 50 xezal berdan çolê.
Kalay bal kişand ku ew her hefte kontrolên rûtîn ên xezalan dikin û her wiha destnîşan kir ku ji 50 xezalî 23 jê mê ne û êdî adapteyî herêmê bûne.
Xelkê mezreya Gavîtayê Bişar Mungan jî diyar kir ku ew kêfxweş in ku li herêmê projeya xwedîkirina xezalan hat cîbicîkirin.