İsmail Hakkı Demir
12 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 13 Tîrmeh 2021
Tê texmînkirin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 4 parêzgehan tavî û taviya bibirqetav dê were.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê pir û perçe ewrayî be.
Piştî danê nîvro li dewrûbera Erzirom, Erzingan, Qers û Erdexanê tavî û taviya bibirqetav dê tesîra xwe nîşan bide.
Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji bakur nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê germahiya herî zêde li Îdirê 34, li Agirî û Erzinganê 33, li Erzirom û Qersê 28 û her wiha li Erdexanê jî 26 pile be.