Çiyayê Agiriyê germ dibe û êdî çûkên koçber têne quntarên wê
Iğdır
HUSEYÎN YILDIZ - Çiyayê Agiriyê germ dibe û êdî quntarên wê mazûvaniya çûkên koçber dike.
Bajarê dikeve li rojhilatê bakurê welêt û heta niha wargeha 348 cisnên çûkan e, weke cihê rawestanê ji bo çûkên koçber ên ji parzemînên cîhanê, tê zanîn.
Qadên avî yên li quntarên Çiyayê Agiriyê ku hewa lê germ dibe, niha mazûvaniya çûkên koçber ên ji başûr tên dikin.
Çûkên koçber ên ku digihêjin qadên avî yên Karasu û Bulakbaşiyê yên ku nêzîkî 200 cisnên çûkan lê dijîn, dê demeke dirêj li wê derê bimînin.
Çûk dema ku hewa havînê bi tevahî germ bibe, dê koçberiya xwe ber bi bakur va bidomînin.
Rêveberê Navenda Lêkolîn û Perwerdehiya Çûkan a Zanîngeha Îdirê (KUŞMER) Dr. Emrah Çelîk, ji nûçegihanê AAyê ra got ku ewê di tevahiya demsala biharê da koça çûkên ku ji başûr tên bişopînin.
Çelîk rave kir ku tevgerên koçberiyê bi baldarî têne şopandin û got, "Bi hatina biharê ra, tevgereke koçberiyê ji başûr ber bi bakur va dest pê kiriye. Me di lêkolîna xwe da tesbît kir ku nêzîkî 40 cisnên çûkan li qada avî ya Bulakbaşiyê hene."
Çelîk anî ziman ku bi germbûna hewayê ra bi awayekî ber bi çav xuya dike ku qadên avî şêntir dibin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
