25 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
IGDIR
Çiyagerên Rojhilata Anadoluyê li Eleşgira navçeya Agiriyê hilkişiyan Kosedagê.
Bi organîzasyona Kulûba Sporên Siruştî û Çiyageriyê ya Çiyayê Îskender Îdir Agiriyê (AKUD) va çiyagerên Qers, Îdir û Agiriyê duh li navçeya Eleşkgirê hatin bal hev.
Çiyageran ya xwe kirin yek û derketin ser çiyê û heta 2 hezar û 500 mêtreyan derketin û li wê derê kamp ava kir û şeveder man.
15 çiyager bi şeveqa sibê ra dest pê kirin û hilkişiyan. Piştî 5 saetan derketin lûtkeya Kosedaxê ku 3 hezar û 433 mêtre bilind e.
Çiyager piştî seremoniya lûtkeyê cardin peya bûn û di nav 3 saetan da xwe gîhandin cihê kampa xwe.