Günay Nuh,Aykut Temur
20 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 28 Rêbendan 2023
Çiyageran li Çildira navçeya Erdexanê berê xwe da "Keleha Şeytên" a dîrokî ku li ser zinarên Zaga Karaçayê hatiye çêkirin û ber bi wê derê va meşiyan.
Keleh û herêm di her demsalê da bala sporvan û welatiyan dikişîne ser xwe.

Komeke ji 10 kesî pêk tê û girêdayî Federasyona Çiyageriya Tirkiyeyê ji bo kelehê ji nêz va bibînin li texma gundê Yildirimtepeya ser navçeya Çildirê hatin bal hev.
Sporvan bi qasî 40 deqîqeyî meşiyan û gihîştin keleha wisa tê texmînkirin ku ji heyama Urartiyan maye.
Ji endamên federasyonê Halîl Îbrahîm Yilmaz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Keleha Şeytên ji deverên dîrokî yên herêmê yeke girîng e û ew jî dixwazin balê bikişînin ser kelehê.