Jiyan

Cilşoyên Perava Diranê Fîlê 'Fanîco"

"Fanîcoyên" li Abîdjana bajarê Perava Diranê Fîlê ji bo ku debara xwe bikin li Robarê Bancoyê cilan dişûn

Elif Orhan   | 20.08.2019
Cilşoyên Perava Diranê Fîlê 'Fanîco"

Abidjan

Robarê Bancoya li nav Parka Neteweyî ya Bancoyê ya li bajarê Abîdjana li Perava Diranê Fîlê mazûvantiya "Fanîco"yên ji bo ku debara xwe bikin cila dişûn dike.

Cilşoyên ku dibêjine wan "Fanîco"ya di wateya paçikê da ji welatên wekî Malî û Nîjerê jin û zarokên xwe li pey xwe dihêlin û tên bajarê Abîdjanê û şeş rojên hefteyê cilên ku li herêma Adjemeyê berhev dikin li Robarê Bancoyê dişûn.

Fanîco li kêleka rêya hawirdor a Autoroute d Nyê ya ku Abîdjanê bi bajarên din va girê dide bêyî ku guh bidin xirecira trafîkê cilan dişûn û carna jimara wan derdikeve sedî.

Fanîco ji bo şûştina cilan sabûnên kîlê yên edetî bi kar tînin û cihê wan ê şûştinê ji hev cuda ye.

- Li herêmê şûştina cilan hat sînordarkirin

Cilşo parçeyên betonê yên rast didanin li ser lastîkên kamyonan û ji xwe ra ji bo şûştinê zemînek çêdikin, pêşî cilan di nav ava robarê Bancoyê da şil dikin paşê bi sabûnên kîlê dişûn. Fanîc piştî ku cilan pak dikin û dişûn paşê dadiwerînin û karê xwe diqedînin.

Cilşo cilên hatine şûştin dixin nav boxçeyan datînin ser serê xwe û dibin cihên ziwakirinê û cilan li cihên vekirî radixin û li bendê dimînin ku ziwa bibin.

Fanîco dibêjin piştî ku di hin şaxên çapemeniyê yên navneteweyî da nûçeyên ku welatên mirov xirab nîşan didin hatin weşandin hikûmeta Perava Diranê Fîlê li herêmê şûştina cilan sînordar kir.

Ji ber sînordarkirinê herçiqas jimara cilşoyan kêm bibe jî hin rojan Robarê Bancoyê gelekî qerebalix dibe.

- "Min seranserê jiyana xwe cil şûştin"

Îbrahîm Souyê 62 salî yê ji Maliyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo cilşûştinê hat Abîdjanê û da zanîn ku ev biqasî 50 salan e karê cilşûştinê dike.

Sou diyar kir bi şûştina cilan ji bo malbata xwe pereyê berhev dike û got ku "Min seranserê jiyana xwe cil şûştin. Min li Maliyê jî ev kar dikir. Min hêvî kirbû ku ez ê bême Abîdjanê û bêtir pere qezenc bikim. Ez hin rojan 2 hezar CFA (19 lire) qezenc dikim. Hin rojan xwediyên cilan bi hinceta ku cil paqij nehatine şûştin pereyê nadin. Mirov rastî jî gelekî bêrehm in."

Sou got ku her sibeh li herêma Adjemeyê kolan bi kolan digere û cilê qirêj berhev dike û digrl emrê xwe yê pêşketî seranserê rojê di nav avê da cilan dişû.

Sou da zanîn ku piştî qedexeyan zehmetî dikşînin û axaftina xwe wiha berdewam kir:"Em dixwazin ku hikûmeta Perava Diranê Fîlê ji me ra hêsaniyan çêke. Em rojane pereyekî kêm qezenc dikin. Tekane daxwaza me ew e ku em ji bo malbata xwe pere berhev bikin û ji wan ra bişînin. Piraniya hevalên me yên vir sê çar kes digihin hev û xanî digirin. Em nîvê pereyê qezenc dikin ji bo hewcehiyên xwe xerc dikin nîvê din jî ji bo malbatên xwe berhev dikin. Min di Cejna Qurbanê da jî malbata xwe nedît. Herî dawî salek berî niha çûbûm Maliyê."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın