Dlshad Saifaalddin Ahmed
11 Gulan 2017•Rojanekirin: 12 Gulan 2017
SILÊMANÎ
Ajovanên jin ên Silêmaniyê kitêbeke ku îddia dike "şofêrtiya jinan heram e" bi çalakiyeke girseyî şermezar kirin.
Belavbûna kitêbeke bi navê "herambûna şofêrtiya jinan" di zimanê kurdî de ku li Siûdiyê bi erebî hatiye nivîsandin rê li ber nerazîbûna şofêrên jin vekir.
Sazî û rêxistinên ku doza parastina heqê jinan dikin çalakiyeke berfireh ji bo nerazîbûna li hemberî vê kitêbê li dar xistin û aciziya xwe diyar kirin.
Jinên şofêr ku li erebeyên biçûk, mezin, taybet, erzan, biha, ciwan û nûjen siwar bûn û li kolanên Silêmaniyê tûr avêtin. Nerazîbûna xwe li hemberî vê kitêbê anîn ziman.
Di çalakiyê de dirûşmên wek "Kolan bi me ciwan in" û "Em wek jin bi xweşajotina erebeyan xizmetê dikin" berz kirin.