Fatih Gazioğlu
24 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 25 Cotmeh 2018
DIYARBAKIR
Qehwexaneya jinan a ku li navçeya Baglarê ji hêla Serokatiya Daîreya Xizmeta Malbat û Jinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê va hatiye avakirin dest bi xizmetê kir.
Qehwexane li navçeya Baglarê li ser qadeke qasî 632 mêtrokareyî hat avakirin. Di qehwexaneyê da pirtûkxane, ciyê çayvexwarinê, salona sporê û bona zarokan ciyê listîkê hat çêkirin.
- Li gor daxwaza jinan çêbû
Seroka Daîreya Xizmeta Malbat û Jinê ya Şaredariya Bajêrê Mezin a Diyarbekirê Handan Ekerê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wan li ser daxuyaniya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ya "qehwexaneyê" dest bi xebatê kirin.
Ekerê diyar kir ku beriya avakirina vê derê bi jinan re hin civîn kirine û "qehwexane" li gor wê ava kirin û wiha axivî:
"Jinan xwest li vê derê bila navendeke sporê jî hebe. Gotin ciyên vekirî hene lê ew naxwazin li wê derê sporê bikin. Me jî ev der li gorî daxwaza jinan çêkir. Jinên tên vê derê spora xwe dikin, yên dixwazin bi zarokên xwe re dileyîzin. Jinên dixwazin jî pirtûka xwe dixwînin û ber ra jî çaya xwe vedixwin."
Ekerê got ku niha ji 300î zêdetir jin tên "qehwexaneyê" û ji îmkanên vê derê îstifade dikin. Ekerê diyar kir ku li bajêr ji bo zilaman mekan zehf in lê ciyên wisa bi tenê xizmetê didine jinan kêm in û wiha dewam kir: "Me jî li ser daxwaz jinan ev der tenê ji bo jina dîzayn kir. Me ev der di serî de li gorî "qehwexaneyê" pîlan kiribû lê bi aliyên din va ev der vegeriya navendeka civakî. Em niha li vê derê qursên kuafiriyê, kulav, kompîter, xwendin û nivîsiyê jî didine jinan.
- "Êdî ciyekî me jî heye"
Ji jinan Sevîm Polat got ku bi saya qehwexeneyê ew êdî dikare sporê bike û wiha axivî: "Ev der ciyekê girtî ye û ji bo me taybet e. Ji ber vê ez têm vê derê û spora xwe dikim. Piştî sporê em bi hevalên xwe re rûdinin û pirtûka xwe dixwînin û çaya xwe vedixwin. Ez jineke 40 salî me. Cara ewil e ez li Diyarbekirê ciyekî wiha dibînim. Êdî ciyekî me jî heye."
Jinan xwest ciyên wiha hê zêdetir werin vekirin û ji ber vê xebatê spasiya Şaredariya Bajêrê Mezin a Diyarbekirê kirin.