Jiyan

Bi saya aşê 50 salî 7 zarokên xwe dide xwendin

Li Silopiya navçeya Şirnexê Salîh Sînanê 30 sal e aşê ku bavê wî ava kiribû dide xebitandin bi qezenca xwe va hem debara xwe dike hem jî mesrefa zarên xwe yên dixwînin dibîne.

Haydar Şahin  | 28.05.2020 - Rojanekırın : 02.06.2020
Bi saya aşê 50 salî 7 zarokên xwe dide xwendin

Şırnak

 Li Silopiya navçeya Şirnexê Salîh Sînanê 30 sal e aşê ku bavê wî ava kiribû dide xebitandin bi qezenca xwe va hem debara xwe dike hem jî mesrefa zarên xwe yên dixwînin dibîne.

Bavê Sînan 50 sal berê li ser kîlomêtreya 15an a rêbejaya Silopî-Cizîrê aş ava kir û ji Çemê Nerduşê yê kîlomêtreyekî dûrî aş av anî û pê aş da gerandin.

Sînanê bavê 13 zarokan 30 sal berê piştî ku bavê wî mir dest bi xebitandina aş kir, zivistanê tahînê çêdike, havînê jî genim dihêre.

Sînan bi saya aşê pê debara xwe dike 2yê wan xwendekarên zanîngehê bi tevahî 7 zarokên xwe dide xwendin.

- 50 sal e aş dixebite

Salih Sînan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku berê ajokariya kamyonan dikir, bar dibir Iraqê, piştî ku bavê wî mir jî dest bi aş kir.

Sînan destnîşan kir ku aşvanî karê kal û bavan e, ji ber ku aşê bavê xwe dide xebitandin jî kêfxweş e.

Sînan got ku zivistanê welatiyên li der û dorê sincikan tînin ku têxin tahîn, havînê jî genim dihêre dixe ar.

Sînan diyar kir ku bi taybetî ajokarên diçin Iraqê tahînê tercih dikin û wiha pê da çû: "Ez êdî debara mala xwe ji vê derê dikim. Ji 13 zarokên min 7 heb dixwînin. Ji zarokên min yek li wanê yek jî li Şanliurfayê zanîngehê dixwînin. Bi saya aşê avê ez hem debara xwe dikim hem jî zarokên xwe didim xwendin."

Nurettînê kurê Sînan (26) jî got di demên xwe yên vala da aliyê bavê xwe dike, welatî eleqeyê nîşanî aşên avê yên li herêmê hindik mane didin.

Sînan got ku zivistanê di rojê da 120 kîlo tahînê çêdike û wiha axivî: "Em kîloya wê bi 35 lireyî difroşin. Em zivistanê bi aş debara xwe dikin. Berê welatiyan tahînê aşê ceyranê yê ji Iraqê dihat tercihdikirin. Hingî em aşê avê didin xebatê kes tahînê ji derva tê nakire. Tên me ji me dikirin."

Sînan destnîşan kir ku aşê avê deriyê qezenca wan e û got, "Em hewl didin mîrata kal û bavê xwe li ser piyan bigrin."

- Welatî memnun in

Selamî Nurê ji Cizîrê ji bo tahînê bikire hat gund jî got bihîstiye ku bi rêgezên berê tahîn tê çêkirin ji ber vê jî hat ji xwe ra bikire.

Nur wiha axivî: "Hem bîhn hem jî tehma tahînê vê derê cuda ye û xweş e. Em jê razî ne. Ji bo tahînê bikirin em ewqasî rê tên. Ji yê fabirqeyê qat qatî baştir e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın