DIYARBAKIR - MERAL OZDEMİR
Ji 25 pêxemberên ku navê wan di Qur'anê de derbas dibe, gora diduyan li Diyarbekirê ye. Diyarbekrî jî hewl didin ku vê yekê bi hemî alema Îslamê bidin nasîn. Gorên Pêxember Zûlkîfl, Pêxember Elyesa û gelek sehabiyan li Diyarbekirê ne. Komeleya Danasîna Pêxember û Sehabeyên Diyarbekrê (DÎPEYSADER), ji bo ku vê xezineyê bide naskirin, fîlmek kişand. Di fîlmê de ji Zanîngeha Dîcleyê Îlahiyatnas Prof. Dr. Nîhat Hatîpoglu jî cih girt.
Fîlm ku ji aliyê RTUKê ve jî hat erêkirin, wek spota kamuyê him di kanalên deverî him jî yên neteweyî de dê were pêşkeşkirin. Belavokên danasînê, li Diyarbakir, Îstenbol, Ankara, Erzurum, Trabzon, Rîze, Konya û Bursayê dê li bîlboardan werin daliqandin.
Serokê DÎPEYSADERê Abdulkadir Arslanoglu, ji AA re da xuya kirin ku amanca wan danasîna sehabe û pêxemberan e û wiha pê de çû: "Gorên du pêxemberan ku navê wan di Qur'ana Pîroz de derbas dibe li Diyarbekirê, li rex hev in. Li dinyayê cihekî din yê wiha tuneye. Diyarbekir, bi vê taybetiya xwe xwediyê cihekî girîng e." Arslanoglu, dest nîşan kir ku ji bo danasînê fîlmek kişandine û ji Zanîngeha Dîcleyê Îlahiyatnas Prof. Dr. Nîhat Hatîpoglu jî di vî fîlmî de lîstiye.
-Tiştekî ku nehatiye dîtin
Arslanoglu, diyar kir ku di 1995an de li navçeya Egîlê dê bendav bihata çêkirin û hindik mabû ku gorên Pêxember Zûlkîfl û Elyesa di bin avê de bimana û wiha dewam kir: "Di dîroka dinyayê de tiştekî nû qewimî. Gorên du pêxemberên ku navê wan di Qur'anê de derbas dibû, yekem car hatin vekirin. Hat dîtîn ku cesedên wan ê 3 hezar sal berê xera nebûne. Ev yek bi çavê mirovan hat dîtin. Ev bûyereke gelekî derasa ye. Ev bûyer dikare tesîreke mezîn li alema Îslamê bike. Li vê derê tiştekî girîng derdikeve holê. Pêxemberê Îslamê 15 sedsal berê di hadîsa şerîf de wiha dibêje: 'Ax nikare cesedê şehîdan birizîne, lewra Xweda ev yek lê heram kiriye.' Ev hadîsa Hz. Muhemed, 15 sal berê li Diyarbekirê hate dîtin. Ji bilî vê, li navenda Diyarbekirê Mizgefta Hz. Suleyman gorên 27 sehabeyên şehîd hene. Bi saya wan taybetiyan Diyarbekir, piştî Mekeya Mukerem, Mescîda Eqsayê û Mescîda Nebewî dibe welatê pîroz ê çaremîn. Em hêvîdar in ku ji gelek deverên dinyayê bi hezaran mirov dê werin serdanê."