İbrahim Atmaca
02 Gulan 2019•Rojanekirin: 08 Gulan 2019
Li texma gundê Gozelerê ya Deşta Bîngolê laleyên sor siruşt xemiland û dîtiyan cezb dike.
Ji ber ku zivistan dirêj bû û hewa dereng germ bûn, laleyên sor îsal dereng vekirin.
Gundê Gozelerê 24 kîlomêtre dûrî navenda bajêr e û her roj gelek kes û wênekêşên amator ji bo ku laleyên sor bibînin tên herêmê.
Serokê Odeya Endezyarên Ziraetê ya Bîngolê Erdogan Yener daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku divê laleyên ev qas xweşik hildin bin parastinê.
Yener destnîşan kir ku laleyên sor li gelek herêmên Bîngolê cî bi cî tên dîtin, lê herî zêde li gundê Gozelerê hêşîn dibin.
Yener diyar kir ku potansiyela vê herêmê heye ku turîst werin û ji bo vê jî wezîfeyên mezin dikevin ser milê saziyan.