Abdullah Söylemez
09 Tebax 2023•Rojanekirin: 22 Tebax 2023
AGRI (AA) - Ava Gola Masiyan a li Agiriyê sala par ji ber germa zêde gelekî kêm bûbû û îsal jî ji ber kêmbaran û avdanê dîsa kêm bû.
Gola Masiyan a ku bi qasî 30 kîlometre dûrî navçeya Taşliçayê ye bi xweşiya xwe ya siruştî û cureyên çivîkên li ser xwe dihewîne va balê dikişîne.
Ava navenda navçeya Bazîdê û hin gundên li ser navçeyê ji vê golê tê temînkirin û ji ber germahî û kêmbûna barana îsal ava di golê da kêm bûye.
Sala par jî ji ber kêmbûna avê gol hindik mabû ziwa bibe.
Hîndekarê Beşa Erdnîgariyê ya Fakulteya Fen Edebiyatê ya Agirî Îbrahîm Çeçen Prof. Dr. Faruk Kaya got: "Ji ber kêmbûna baranê ava golê vekişiyaye ya duyemîn jî li seranserê dinyayê îsal hişkayî heye û divê em jî tevdîrên hewce dikin hildin."
Kaya xwest ku av bi baldarî bê bikaranîn, lewra li gor daneyên 5 salên borî rêjeya baranê ya salane ji 528 mîlîmetreyan daketiye 428 mîlîmetreyan.