Haydar Şahin
10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2018
DİYARBAKIR
Gamze Kanîka ku li Diyarbekirê jiyana xwe didomîne di 3 saliya xwe da bi nexweşiya fîl ket, bû 230 kîloyî û jiyana wê serobino bû. Kanîk li Stenbolê hat dermankirin di nav 19 mehan da giraniya wê dakete 77 kîloyan û ji ber vê zehf kêfxweş e.
Kanîka 25 salî di 3 saliya xwe da bi nexweşiya lenfodemê (nexweşiya fîl) ket, ji ber dermankirina di destpêka nexweşiya xwe da perwerdeya xwe ya dibistana navîn di nivî da hişt.
Her ku çû nexweşiya wê giran bû û Kenikê navber da xwendina xwe, piştî emeliyat û dermankirnan tu encamek bi dest nexist, ji bo ku kes wê wisa nebîne jî ji malê derneket.
Kanîk li bendê bû ku ji derdê wê ra çareseriyek were dîtin û bigihîje mirazê xwe.
Cemîle Uydura fîzyoterapîst piştî ku xeberên hatin weşandin dît bangî Kanîkê kir ku were Stenbolê û jê pere nestand û 3 mehan Kanîk derman kir. Di qisma ewil da Kanîk dakete 165 kîloyan.
- Di 16 mehan da 88 kîlo da
Kanîk paşê zivirî Diyarbekirê û Mehtap Yakut Bagirmaza diyatisyen jê ra bernameya diyetê amade kir û jê pere nesitand. Kanîkê di nav 16 mehan da 88 kîlo da.
Kanîk ji ber ku êdî dikare bigere, siheta wê li cî ye, bi hevalên xwe ra derdikeve derva û piştî 21 salan solên jinan pê dike zehf bextewar e.
Kanîk dixwaze ku perwerdeya xwe bidomîne û konservatuvarê bixwîne.
Kanîkê ji nûçegihanê AAyê ra got ku ji 3 saliya xwe vir va vê nexweşiyê dikişîne, gelek tengasî kişand û ji jiyanê dûr ma.
- " Ez ê perwerdeya xwe bidomînim"
Der barê pêvajoya nexweşiya xwe da Kanîkê wiha got:
"Raserî min diketin, min nedixwest herim dawetan. Ji ber ku solên ji lingê min ra bibin tunebûn min nedixwest herim navendên danûstendinê. Gelek caran ez giriyam û vegeriyam malê. Di wê pevajoyê da ji bo min tişta herî girîng sol bûn. Hevalên min solên cuda dixintin piyên xwe lê min bi tenê şimikên mezin pê dikir. Di dilê min da xwendin hemû. Min xwe qeydî xwendina ji dûr va kir. Ez ê perwerdeya xwe bidomînim. Min piştî 21 salan solên jinan pê kirin. Digerim, bi hevalan ra derdikevim derva. Min xweşikahiyên Diyarbekirê dît. Ji bo min jiyanê dest pê kir.
Ez dixwazim konservatuvarê bixwînim. Di muzîkê da xwe pêş bixim."
Kanîkê got ku di salê da 2 caran goreyên lenfodemê pê dike û di vê mijarê da alîkariyê dixwaze.
- Ji AAyê ra sipas
Kanîkê ji ber ku di dema nexweşiya wê da xeber nivîsandin û alîkarî dan pêvajoya dermankirina wê ji xebatkarên Ajansa Anadoluyê ra sipas kir.