Önder Beyter
11 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2017
ÎZMIR
Pêşangeha Berzbûna Vîna Neteweyî ya ji Objektîfên Ajansa Anadoluyê (AA) li Meydana Qonaxê vebû.
"Pêşangeha Berzbûna Vîna Neteweyî ya ji Objektîfên AAyê" ku ji 79 wêneyan pêk tê û herwiha di şeva 15ê Tîrmehê hewldana derbeya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da û piştî wê, bi destê nûçegihanên wêneyan ên AAyê hatin kişandin, ji bo xelkê Îzmirê deriyê xwe vekir.
Pêşangeha li Meydana Qonaxê ya ku piştî hewldana derbeyê, mazûvaniya nobetên demokrasiyê kir, wê heya 17ê tîrmehê roja yekşemê vekirî be.
Di pêşangehê da sûretên qewimînên li Stenbol û Enqereyê yên şeva hewldana derbeyê û nobedên demokrasiyê yên ku piştî hewldanê dest pê kirin, hene.
- "Xwedê careke din nîşan nede"
Tarik Onderê ji Îzmirê ku li pêşangehê geriya, destnîşan kir ku wêne pir baş in û wiha got, "Xwedê careke din tiştekî nîşan nede û herwiha wêneyên bi vî rengî nede kişandin, înşelah."
Esra Ondera jina Tarik Onder jî got ku ew timî pişta Serokomar Recep Tayyîp Erdogan dike û wiha xeberda, "Ozal dan kuştin, Menderes jî dan kuştin, lê emê wî di destê wan da bernedin, bi îzna Xwedê. Wê bibe serok jî bi îzna Xwedê."
- "Pêşangeheke pir watedar e"
Muslum Yilmazê teqawitbûyî jî diyar kir ku Ajansa Anadoluyê pêşangeheke pir watedar vekiriye û wiha pê da çû, "Ev pêşangeh divê li derê Tirkiyeyê bê vekirin û herwiha divê herkes baldar û eleqedar be. Ez sazkarên vê pêşangehê pîroz dikim."