28 Sibat 2017•Rojanekirin: 01 Adar 2017
ANKARA
Heyeta Kurdistan24 TVyê ya ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) weşanê dike, Ajansa Anadolu (AA) ziyaret kir.
Heyeta ku ji Rêvebirê Weşana Giştî ya K24 TVya ku li Hewlêrê weşanê dike Nûreddîn Weysî, Koordînatorê Tirkiyê Mustafa Bayram û Nûnerê Enqerê Osman Akan pêk tê bi Alîkarê Midûrê Giştî û Rêvebirê Weşana Giştî yê AAyê Metîn Mûtanoglu, Rêvebirê Giştî yê Nûçeyên Navneteweyî yê AAyê Omer Farûk Tokat û Rêvebirê Weşana Zimanên Dinyayê yê AAyê Mehmet Ozturk re hevdîtin kir.

Weysiyê ku derheqê weşana K24 TVtê de agahî dan got ku ew nûçeyên xwe objektîf çêdikin û Tirkiye ji bo wan zehf girîng e.
Mûtanoglu jî got ku DEAŞ û PKK dijminê hevpar ê Tirkiye û Herêma Kurdistana Iraqê ne û bal kişand ser wê yekê ku divê cudahiyê nekin navbera rêxistinên terorî.

Di hevdîtinê de filmê danasîna AAyê nîşanî heyetê dan. Mûtanoglu digel pêşkêşiyê agahî dan lijneyê.
Li ser navê AAyê guldankek, Almanaka 2016an û albuma wêneyan a Stenbol Photo Awardsê wekî diyarî dan lijneyê.