Önder Beyter
03 Adar 2020•Rojanekirin: 04 Adar 2020
Hêzên Çekdarên Tirkiyeyê (TSK) di çarçoveya Herekata Mertalê Biharê da li Sûriyeyê jinavbirina hedefên tesbîtkirî yên rejimê bi şêweyekî serkeftî didomîne.
Der heqê unsûrên rejimê ku li Îdlibê di operasyonan da hatin berterefkirin da dîmenên nû hatin parvekirin.
Di dîmenan da ji hêla SÎHAyên TSKyê li Seraqib, Talhiyah, Til Mardikh, Xan Esubul û Xawariyê jinavbirina tank, wesayîtên bizirx ên veguhestina personel, dijetank, rempeya fuzeyê û wesayîtan û her wiha berterefkirina eskerên rejimê dixuyê.