14 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 15 Cotmeh 2019
Wezareta Parastina Neteweyî di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê ya ku li rojhilatê Feratê serkeftî dewam dike da dîmênên îmhakirina kamyoneteke terorîstên PKK/PYD-YPGyî ya ku muhîmat dibir ku cih û warên sivîlan hedef bigre parve kir.
Li ser hesabê Twîtterê yê Wezaretê wiha hat gotin: "Terorîstên PKK/PYD-YPGyî yên kujerên dergûşan in û bi guleyên hewanan va cih û warên me yên sivîl hedef digrin dema ji bo qetlîamên nû bikin îkmala muhîmatan dikirin ji hêla ÎHAyên me va hatin tespîtkirin û ji hêla Hêzên me yên esman va hatin îmhakirin."
Di dîmenan da kamyoneteke ji cebilxaneya di hundirê tunelê da muhîmatê bar dike û hatiye îmhekirin xuya dike.