Herekata Kaniya Aştiyê

Hunermenda Amerîkî Della Mîlesê piştgirî da Herekata Kaniya Aştiyê

Hunermenda Amerîkî Della Mîles: "Ji bo ku em ji mirina mirovên bêguneh ra bibêjin "na" divê em piştgiriyê bidin Herekata Kaniya Aştiyê. Ez piştgiriyê didim eskerên Tirk û hemû hêzên hewl didin kesên bêguneh zirarê nebibin."

14.10.2019 - Rojanekırın : 14.10.2019
Hunermenda Amerîkî Della Mîlesê piştgirî da Herekata Kaniya Aştiyê

Antalya

 Hunermenda Amerîkî Della Mîlesa bi mûzîka Soul Rockê hunera xwe dike got: "Ji bo ku em ji mirina mirovên bêguneh ra bibêjin "na" divê em piştgiriyê bidin Herekata Kaniya Aştiyê. Ez piştgiriyê didim eskerên Tirk û hemû hêzên hewl didin kesên bêguneh zirarê nebînin."

Mîlesa bi hunermedên navder ên wek Mîchael Jackson û Whîtney Houston ra vokalîstî kiriye û wisa navdar bûye piştgirî da Herekata Kaniya Aştiyê.

Mîlesa par bû Misilman û û Dalyana navçeya Muglayê bi cih bû daxuyaniyek weşand.

Mîles di daxuyaniya xwe ya nivîskî da behsa herekatê kir û wiha got: "Li çar aliyê dinyayê em di nav nivînên xwe da birehetî radizên û zikê me jî têr e. Em kesên ku zarokên xwe dibin parkê da ku ew di nav aştiyê da bilîzin ji bo ji mirina mirovên bêguneh bibêjin "na" divê em piştgiriyê bidin Herekata Kaniya Aştiyê. Ez piştgiriyê didim eskerên Tirk û hemû hêzên hewl didin kesên bêguneh zirarê nebînin. Ji ber çavbirçîbûn û nefretê mirov tên fedakirin ku ez ji ber vê birastî pir xemgîn im. Ez ji bo kesên mirovên bêguneh diparêzin û yên ku malbatên xwe winda kirine diayan dikim."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.