12 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 12 Cotmeh 2019
Herekata Kaniya Aştiyê ya ku Artêşa Tirkiyeyê ji bo korîdora terorê ya hewl tê dayîn li ser sînorê başûr ê Tirkiyeyê bê avakirin ji holê rabike û li herêmê aştî û aramiyê bi cih bike dabû destpêkirin di roja 4emîn da dewam dike û cî û warên li Resuleyna li rojhilatê Feratê jî hatin kontrolkirin.
Artêşa Tirkiyeyê tevlî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê di çarçoveya operasyona li dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê da kozikên li dor û bera Resuleynê da ber topan û di roja 4emîn a Herekata Kaniya Aştiyê da navendê hilda bin kontrola xwe.
Dengê şer û pevçûnên li navenda Resuleynê ji alî Ceylanpinarê va dihat bihîstin.
Li ser sînorê Tel Ebyadê jî çûn û hatina wesayîtên eskerî zêde bû.
Cih û kozikên terorê yên li Tel Ebyad a hemberî navçeya Eqçeqeleyê dikeve jî ji serê sibehê va dibin hedefên topên obusan.
Endamên YPG/PKKya rêxistina terorê li rojhilatê navçeya Tel Ebyadê teker û mazotê dişewitînin ku bila SIHAyên TSKyê ji ber dû nikaribin ji hewayê va dîmen û wêneyan bikişînin û balafirên şer jî hedefên xwe şaş bikin.
Ji kozikên terorê yên li Resuleynê dûkêl radibe
Di çarçoveya Herekata Kaniya Aştiyê ya Tirkiyeyê ji bo xirabkirina korîdora terorê ya hewl didin ava bikin û pêkanîna aştî û hizûra herêmê da destpêkirin da bi obusan li Resuleynê xistin û ji kozikên terorê yên li bajêr dûkêl radibe.
Di çarçoveya herekata Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) li bakurê Sûriyeyê li dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê dan destpêkirin da di rojan 4an bi tank û topan li kozikên terorê yên li Resuleynê û dorberê wê xistin.
Artêşa Tirk bi obusan li hedefên terorê yên li Resuleynê xistin û hat dîtin ku piştî êrîşê ji herêmê dûkêl radibe.
Di heman demê da dengê pevçûnên li bajêr jî ji Ceylanpinarê tê bihîstin.