Tirkiye, Herekata Kaniya Aştiyê

Êrîşên YPG/PKKyê yên li sivîlên Nisêbînê

Sivîlên di êrîşa bi topa hewanê ya terorîstên YPG/PKKyî da li Nisêbîna navçeya Mêrdînê şehîd ketibûn di nav hêsrên çavan û zêmaran da hatin binaxkirin

12.10.2019 - Rojanekırın : 12.10.2019
Êrîşên YPG/PKKyê yên li sivîlên Nisêbînê

Mardin

Sivîlên di êrîşa bi topa hewanê ya terorîstên YPG/PKKyî da li Nisêbîna navçeya Mêrdînê şehîd ketibûn di nav hêsrên çavan û zêmaran da hatin binaxkirin.

Herekata Kaniya Aştiyê ya Artêşa Tirkiyeyê bi Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (ANS) ra ji bo xirabkirina korîdora terorê ya dixebitin li sînorê başûr ê Tirkiyeyê ava bikin û pêkanîna hizûr û aştiya li herêmê tê kirin da li Sûriyeyê li dijî YPG/PKK û DEAŞa rêxistinên terorê da destpêkirin dewam dike.

YPG/PKKya rêxistina terorê ji erdên dagirkiriye yên Sûriyeyê do topên hewanê avêtin ser sivîlên li Nisêbîna navçeya Mêrdînê û sivîl şehîd kirin. Cinazeyê sivîlan piştî otopsiya li morgan Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hat kirin teslîmî malbatan hatin kirin.

Eqrebeyên wan cinazeyê Nayif Sincar, Ahmet Delen, Mehmet Şirin Demir, Orhan Dogan û dara Eliyê welatiyê Sûriyeyê û 3 kesên din ên şehît ketibûn ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hildan û piştî nimêja cinazeyan li goristanên Morîs û Hecîlera di nav hêsrên çavan û zêmaran da hatin binaxkirin.

YPG/PKKya rêxistina terorê ji erdên dagirkiriye yên Sûriyeyê topên hewanê avêtibûn ser sivîlên li Nisêbîna navçeya Mêrdînê û di êrşan da 8 sivîl şehîd ketibûn û 35 kes birîndar bibûn.

Hatibû tesbîtkirin ku Mehmet Şîrîn Demirê di êrîşê da şehîd ketibû jî bavê Gulay Demira xebatkara TRT Kurdiyê ye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın