Dinya

Îsraîlê êrîşên asîmanî birin ser Xeta Xezeyê

Mustafa M. M. Haboush, Safiye Karabacak  | 16.06.2021 - Rojanekırın : 17.06.2021
Îsraîlê êrîşên asîmanî birin ser Xeta Xezeyê

Palestinian Territory

Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşa asîmanî bir ser du kozikên komên berxwedana Filitînê yên li Xeta Xezeyê.

Balafirên Îsraîlê bi fuzeyan li kozikeke hêzên berxwedana Filistînê ya li herêma Mûînê ya li rojhilatê bajarê Xan Yûnisê dan. Balafiran her wisa li Taxa Zeytûnê ya li başûrê Xezeyê jî li kozikeke hêzên berxwedana Filistînê dan.

Wezareta Tenduristiya Filistînê hê ranegihandiye ka di êrîşê da tu kes birîndar bû an na.

- Piştî agirbestê êrîşa ewil

Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin, êrîşa asîmanî wekî bersiva balonên şewatê yên ji aliyê Xezeyê ber bi aliyê Îsraîlê hatin şandin, hat kirin.

Artêşa Îsraîlê ji agirbesta 21ê Gulanê vir va cara ewil êrîş bir ser Xezeyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın