Dinya

Serokomar Erdogan: Tirkiye di demeke kurt da dê li Şûşayê serkonsolosxaneyê veke

Mümin Altaş  | 15.06.2021 - Rojanekırın : 16.06.2021
Serokomar Erdogan: Tirkiye di demeke kurt da dê li Şûşayê  serkonsolosxaneyê veke

Ankara

ŞUŞA (AA) - Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Em hêvî dikin ku Ermenistan destê ji bona hevkariyê tê dirêjkirin bigire û firsenda ji bona avakirina siberojeke hevbeş ya bi hev ra baş biemilîne."

Erdoganê ku bi mebesta serdana fermî li Azerbaycanê ye digel Serokomarê Azerbaycanê Îlham Eliyev piştî civîna dualî li hewşa Walîtiya Şûşayê civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xistin.

Serokomar Erdogan anî ziman ku îro kelecaneke cihê li ser wî ye û soza ku beriya nuha dabû îro bi cih tîne.

Erdogan destnîşan kir ku piştî şereke bi qasî 44 rojan Qerebax ketiye destê xwediyên xwe û ji dagîrkerî û zordestiya Ermeniyan rizgar bûye û wiha got, "Ev avahiya ku li paşfona me xuya dike nîşana wê yekê ya ka zordestiya Ermeniyan çi bi serê van şahberheman aniye. Birayê min jî di civîna çapemeniyê. de weke paşfonê cihekî watadar hilbijartiye. Li aliyekî avahiya Walîtiyê, li aliyê din jî mixabin avahiya ku Ermeniyan hema bêje bi erdê re yeksan kiriye."

Erdogan bi boneya 15ê Hezîranê Roja Neteweyî ya Azerbaycanê, rehmet li Heyder Eliyevê "Lîderê Umûmmillî" anî û ser ruhê wî suretê Fatîheyê xwend.

- Înşaya Qerebaxê

Serokomar Erdogan bal kişand ser wê yekê ku kêfxweşiya ji ber serkeftina Artêşa Azerbaycanê li Qerebaxê ta di 10ê meha 12an a 2020an de digel Eliyev jiyane û wiha pêde çû:

"Piştî 6 mehan vê carê jî li bajarê qedîm Şûşayê em bi hev re ne û ji ber vê bextewer im. Hemd ji Xwedê re soza ku me dabû me anî cih. Ez careke din serkeftina Qerebaxê li gelê Azerbaycanê pîroz dikim. Azerbaycan ku bi serektiya vîzyoner a birayê min Eliyev û serleşkeriya wî ya serkeftî, gihişt azadiya xwe. Em xebat û pêşhatan ji nêz ve dişopînin. Dema em hatin Şûşayê me xebat bi çavên xwe dîtin. Ji bo binesaziyê xebateke xurt heye. Ji aliyekî ve rê tên çêkirin û ji aiyekî din ve santralên enerjiyê tên avakirin."

- Platforma Şeş Alî

Serokomar Erdogan got, "Bi platforma şeş alî ra em dixwazin ku herêm bibe herêmeke ku lê aştî û aramî heye. Ji bona Qerebax û Azerbaycan careke din felaketeke wiha nebîne em ê tevdîrên ku hewce dikin hildin. Me Beyannameya Şûşayê nexşerêya pêwendiyên xwe yên di heyama nû da destnîşan kirin. Em ji bona her fedekariyê amade ne. Birêz Putîn wisa ye... Bi gavên di vê mijarê da bên avêtin herêm wê bibe herêma aştiyê."

Erdogan wiha got, "Tirkiyeyê li Şûşaya bajarê qedîm di demeke kurt da serkonsolosxaneyê veke."

Erdogan bal kişand ser Korîdora Zengezorê û got, "Gava ev proje çêbe ji rojhilatê bigire heya rojavayê wê korîdoreke hevbeş ya nû vebe ku her kesê jê îstifade bike."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.