Dinya

Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser Xezeyê

Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser deverên cuda yên Xezeyê.

İbrahim Atmaca  | 12.08.2020 - Rojanekırın : 12.08.2020
Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser Xezeyê

Palestinian Territory

 Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşa esmanî bir ser deverên cuda yên Xezeyê.

Li gor daxuyaniya ku li ser hesabê Twitterê yê artêşa Îsraîlê hat dayîn, tuneleke Hamasê, komplekseke wê ya eskerî, baregehên wê yên çavdêriyê hatin bombebarankirin.

Hat gotin, ji ber ku balonên agirpêketî yên ku bi xaza helyumê hatine tijekirin, dişînin, êrîş weke bersiv hat kirin.

Şahidan jî diyar kir, 3 êrîş birin ser başûrê Xezeyê, 2 êrîş jî birin ser rojhilatê bajarê Refahê.

Di daxuyaniyê da agahî nehat dayîn bê ka di êrîşa da tiştek bi kesî hatiye an na.

Li gor îdiayên nûçeyên duh ên rojnameyên Îsraîlê, ji ber ku ji Xezeyê balonên agirpêxistî dişînin, agir bi 60 cihên ku niştecihên Cihûyan ket.

Rêvebiriya Tel Avîvê îdia dike ku xwepêşandêrên Filistînî bafirokên agirpêxistî û balonên ku bi xaza helyumê tijekirî dişîne niştewarên Cihû yên li derdora Şirîda Xezeyê û ji ber van bafirok û balonan agir bi herêmê ketiye.

Ji ber ku Îsraîl ji van bafirok û balonên ku dibêjin ji aliyê Xezeyê tên ra tu çareseriyê nabîne û îdia dike ku ji herêmên sînor tên amadekirin û loma jî timî êrîşên esmanî dibe ser herêmên sînor.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın