Haydar Şahin
26 Hezîran 2018•Rojanekirin: 26 Hezîran 2018
ŞAM/ANKARA
Hat ragihandin ku Îsraîlê bi fuzeyan êrîşî dorberê balafirgeha navneteweyî ya li Şama paytextê Sûriyeyê kir.
SANAya ajansa xeberan a rejima Beşar Esed ji nîvê şevê şûn da nûçeyek weşand û diyar kir ku 2 fuzeyên ku ji Îsraîlê hatin avêtin di ser dorberê balafirgeha navneteweyî ya li Şamê da ketin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê yê li Derayê da, sîstema parastina hewayê ya rejima Esed ji bo bersivê bide teyareya êrîş kir fuzeyek avêt lêbelê artêşa Îsraîlê fuzeya rejimê li ser Derayê berteref kir.
Li ser vê rejimê carekî dîsa hewl da. Hat ragihandin ku vê carê jî teyareyên şer ên Îsraîlê platforma fuzeyê xistin hedef.
Piştî êrîşê teyareyên Îsraîlê demeke dirêj li ser Dera û Quneytrayê firîn.
Meqamên Îsraîlê hê daxuyanî nedan.
Îsraîlê di nav 3 mehên dawîn da êrîşî ciyên rejimê û leşkerên Îrana piştgiriyê dide rejimê yên li Hums, Quneytra, Dera û Şama bajarên Sûriyeyê kiribû.