ANKARA
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû li ser hesaba xwe ya Twitterê daxuyanî da û der barê agirbesta berwext a ji bo 12 saetan a li Xezeyê de wiha got: "Heke Îsraîlê ji bo metna ku me di hevdîtinên xwe yên di seranserê rojê de li Qatarê yên bi aliyên filistînî re de derxist holê, bogota "erê" em niha li ser agirbesteke çêtir diaxivîn. Ev helwesta Îsraîlê nîşan dide ku di hewldanên aştiyê de çiqas bêsamîmiyet e."
Davûtoglû diyar kir ku di encama agirbesta berwext de lez dan arîkariyên ji bo gelê Xezeyê.
Davûtoglû bi Wezîrê Karên Derve John Kerry re hevdîtin kir
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû ji bo ku dawî li êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê bînin û agirbest çêkin li Parîsê bi Wezîrê Karên Derve yê DYAyê re hevdîtin kir.
Hevdîtin li avahiya Balyozxaneya Parîsê ya DYAyê hat kirin û di hevdîtinê de li ser hewldanên ji bo bidestxistina agirbestê sekinîn.
Davûtoglû ji bo ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê bidin sekinandin û agirbest çêbe, bi Wezîrê Karên Derve yê Qatarê Xalid bîn Mihemed El-Atiyye û Şefê Buroya Siyasî yê Hamasê Xalid Meşal re hevdîtin kiribû.