Hat ragihandin li bajaroka Atmeya Îdlîba Sûriyeyê ya ku nêzî sînorê Tirkiyeyê ye wesaîta bombebarkirî teqiya, di bûyerê de 40 kes mirin û 60 kes jî birîndar bûn.
Li gor daxuyaniyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmî hilda, li bajaroka Atmeyê ya li hemberî Reyhanliya navçeya Hatayê wesaîta bombebarkirî hat teqandin. Di teqînê de 40 kesî can da û 60 kes jî birîndar bûn.
Birîndaran rakirin nexweşxaneyên derdorê
Di bûyerê de 10 kesên ku birîna wan pir kûr bû û rewşa wan giran bû ji Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê derbasî aliyê Titkiyeyê kirin û birin nexweşxaneyên ku li Hatayê ne.
Hat ragihandin ku gelek wesaîtên li cihê bûyerê jî şewitîn.