Önder Beyter
04 Tebax 2019•Rojanekirin: 05 Tebax 2019
Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê li Kendava Besreyê dest danî ser tankereke biyanî ku tê îdiakirin 700 hezar lître sotemeniya qaçax dibir. Herwiha 7 biyaniyên di tankerê da jî hatin binçavkirin.
Fermandarê Herêma Duyemîn a Hêzên Deryayî yên Artêşa Pasdarên Şoreşê Remezan Zirahî ku ji ajansa nûçeyan a nîvfermî ya Îranê Farsê ra axivî, diyar kir ku roja çarşemê li Kendava Besreyê tankereke biyanî ku sotemeniya qaçax dibir, hat destgîrkirin.
Zirahî diyar kir ku 7 kesên dixwestin 700 hezar lître sotemeniya qaçax derbasî welatên Erebî yên li dewrûbera Kendava Besreyê bikin, hatin binçavkirin.
Hat ragihandin, ji bo çêkirina miemeleyên qanûnî, tanker kişandin ber Girava Farsî.