Mustafa Melih Ahıshalı
11 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 12 Berfanbar 2023
Serokê Parlementoya Îranê Muhemmed Baqir Qalîbaf bangawazî li hikûmetê kir ku lîsteya berhemên Îsraîlê yên ku di piyaseya welêt de ne, derxîne û herwiha bibe rêgirê îdxalata van berheman.
Li gorî IRNAya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê, Qalîbaf li Parlementoya Îranê gotarek pêşkêş kir.
Qalîbaf di gotara xwe de bal kişand ser madeyên di Destûra Komara Îslamî ya Îranê de yên weke "Piştevaniya gelê Filistînê ji hemî aliyan ve" û "li dijî derketina bertekên dijminane yên rejima Siyonîst ên dijî aşitî û ewlekariyê" û got, "Pêdivê Wezareta Karên Derve lîsteya berhemên şîrketên ku hîsedarên wan ên sereke Îsraîlî ne, derxîne. Erka hikûmetê ye ku ji bo rêgirîkirina li îdxalata van berheman hemî cure tedbîran bistîne."
Qalîbaf daxwaz ji Komîsyona Ewlekariya Neteweyî û Polîtîkayên Derve ya Parlementoyê kir ku ka yasayên navborî tên tedbîqkirin yan na, bişopîne.
Tevî ku li gorî madeya 123yemîn a Destûra Komara Îslamî ya Îranê bazirganiya berhemên şirketên Îsraîlî qedexe ye, tê zanîn ku li wî welatî hejmareke gelek berhemên aidî şirketên Îsraîlî tên firotin.
- "DYA ava giran a Îranê dikire"
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyn Emîr Ebdulahiyan di axaftineke xwe ya di 9ê Berfanbarê de, anî ziman ku ava giran a berhema Îranê ku di reaktorên nukleerî de tê bikaranîn, ji aliyê DYAyê ve tê kirîn.
Ebdulahiyan gotibû, "DYA ava giran a Îranê bi navgîniya navbênkarekî dikire."