Dinya

Îran: Rewşa Geliyê Hurmuzê dê venegere berê

Tolga Akbaba  | 25.03.2026 - Rojanekırın : 25.03.2026
Îran: Rewşa Geliyê Hurmuzê dê venegere berê

İran

Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiyayê ku yekîneya Hêzên Çekdar ê Îranê ye ku şer bi rê va dibe eşkere kir ku dê rewşa Geliyê Hurmuzê venegere berê, isûlên derbasbûna ji geliyê ji nû va diyar kirin.

Yarbay Îbrahîm Zulfiqariyê Berdevkê Baregeha Navendî ya Xatemul Enbiya der barê şerê berdewam dike da daxuyanî dan.

Berdevk Zulfiqarî bal kişand ser bihayên neftê yên zêde bûne û îdia kir ku di destê wan da ye ku biha hê zêdetir bibe.

Zulfiqarî axaftina xwe wiha domand:

"Geliyê Hurmuzê venegere berê. Me isûlên derbasbûna ji geliyê ji nû va diyar kirin û ev isûl gelekî eşkere ne. Mafê derbasbûna tu hêmanên bi (Amerîka-Îsraîl) ra peywendidar tune. Em biryarê didin ka dê kî ji geliyê derbas bibe yan nebe."

Zulfiqarî îdia kir ku hêmanên Amerîka û Îsraîlê di pozîsyoneke bêhereket da ne û îşaretên der barê vê da her ku diçe diyartir dibe û got ku ne tenê baregehên eskerî pergala ji hêla welatên navborî va hatiye diyarkirin jî belav bû.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın