Dinya

"Êrîşa dijî Misilmanan dijî me hemûyan hatiye kirin"

Alîkarê Serokwezîra Zelandaya Nû û Wezîrê Karên Derva Winston Peters got "Dewleta me zehf qîmetê dide azadiya dîn û baweriyê. Êrîşa dijî Misilmanan dijî me hemûyan hatiye kirin."

Nihat Kavşut  | 22.03.2019 - Rojanekırın : 23.03.2019
"Êrîşa dijî Misilmanan dijî me hemûyan hatiye kirin"

Istanbul

 Alîkarê Serokwezîra Zelandaya Nû û Wezîrê Karên Derva Winston Peters got ku "Dewleta me zehf qîmetê dide azadiya dîn û baweriyê. Êrîşa dijî Misilmanan dijî me hemûyan hatiye kirin."

Peters di vekirina Civîna Komîteya Îcrayê ya Acîl ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê da ku bi beşdarbûna wezîrên karên derva tê lidarxistin, axivî.

Alîkarê Serokwezîra Zelandaya Nû û Wezîrê Karên Derva Winston Peters destnîşan kir dewleta wan zehf qîmetê dide azadiya dîn û baweriyê û got ku êrîşa dijî Misilmanan dijî me hemûyan hatiye kirin.

Peters destnîşan kir ku terorîst emrê xwe yê mayî bi tena serê xwe wê di hucreyekê da derbas bike.

Alîkarê Serokwezîra Zelandaya Nû û Wezîrê Karên Derva Peters destnîşan kir ji bona ev mijar bi her awayî bê zelalkirin Zelandaya Nû di dîroka xwe da lêpirsîna herî berfireh daye destpêkirin û got ku lê dîsa jî tu ceza ber hovîtiya vî êrîşkarî nagire.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.