Polîtîka

"Em ê destûrê nedin ku dagirkirina Girên Golanê bê meşrûkirin"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got "Em bi tu awayî destûrê nadin ku dagirkirina Girên Golanê bê meşrûkirin."

Nihat Kavşut  | 22.03.2019 - Rojanekırın : 23.03.2019
"Em ê destûrê nedin ku dagirkirina Girên Golanê bê meşrûkirin"

Istanbul

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got "Em bi tu awayî destûrê nadin ku dagirkirina Girên Golanê bê meşrûkirin."

Erdogan di vekirina Civîna Komîteya Îcrayê ya Acîl ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê da ku bi beşdarbûna wezîrên karên derva tê lidarxistin da axivî.

Serokomar Erdogan destnîşan kir piştî êrîşa terorê xwîşk û biyarên me yên ji Zelandaya Nû birînên xwe pêçan û got ku em careke din êşa wan bi bîr tînin.

Erdogan diyar kir li dijî bûyerên ku alema Îslamê û hemû mirovahiyê tehdîd dikin Teşkîlata Heckariya Îslamê nikare bêdeng bimîne û wiha got: "Êrîşa bêbext ya ku 51 birayên me yên bona nimêja înê kom bûn û tê da şehîd ketin û 47 kes jî birîndar bûn bûyereke ji rêzê nîne."

Serokomar Erdogan der barê êrîşa terorê ya li Zelandaya Nû da destnîşan kir koka vê bûyerê digihîje rik, nefred û fikrasabît a ku înkara wê ne mimkûn e û êdî pekiyaye derva û wiha axivî: "Ne bi tenê Misilman, Cihu, Afrîkayî, Asyayî û Roman jî mexdûrên nijadperestiya ku zêde dibe ne."

Erdogan diyar kir ji bona careke din êşên wiha çênebin û mizgeft nebin gola xwînê divê em helwesta xwe bi eşkereyî nîşan bidin û wiha peyivî: "Bi sergirtinê va em nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Nexweşiyên civakî bi tunehesibandinê em nikarin tedawî bikin. Xwe ji ber pirsgirêkan çewtkirinê, veşartinê va em xilas nabin. Em bi sikûta li hemberî pirsgirên me û hemû alemê tehdît dikin va nikarin meseleyê tune bihesibînin. Berevajiyê vê heke em van pirsgirêkan nebînin ew ê mezin û pirtir bibin."

Serokomar Erdogan destnîşan kir mîna DEAŞ, Eş-Şebab û PKKyê divê rêxistinên Neonazî jî wek rêxistinên terorê bên dîtin û bi vî awayî bên nirxandin û wiha dewam kir: "Niha li pêş me bi eşkereyî neyartiya li dijî Îslamê heye, rika ji Misilmanan heye. Ev mesele êdî bi tenê mijara lêkolînê ya xebatên akademîk, saziyên civakî yên sivîl û siyasetê nîne. Ev tehdîd êdî wekî mijar meseleya şaxên ewlehiyê, merivên dewletê û welatiyan e."

Erdogan destnîşan kir mirovahiyê çawa piştî afata holokostê dijî antîsemîtîzmê hewl da divê bi heman awayî dijî neyartiya Îslamê jî hewl bide.

Serokomar Erdogan balê kişand ser daxuyaniya Serokwezîra Zelandaya Nû û wiha peyivî: "Berteka ji hêla Ardenê va hat nîşandan, empatî û piştevaniya wê ya bi Misilmanan ra divê ji bo hemû lîderan mînak be. Dibê cezayê heq dike bidin vî terorîstî, hemû têkiliyên wî derxin holê ku peyameke tam bidin kesên heman tiştî dixwazin bikin. Dibê acîl hin tevdîrên wekî zêdekirina cezayan, di mifredata mekteban da nasandina terorê berfireh bikin werin hildin."

Erdogan diyar kir siyasetmedarên ku Misilmanan dûr dixin, penaberan dixin dijmin û ji xwe ra rêya îqtidarê vedikin dibê xwe sererast bikin.

Serokomar Erdogan got ku ji xelk û meqamên Zelandaya Nû ra ez spaskirinê wek deynê li ser xwe dihesibînim û wiha dewam kir: "Ez dixwazim li ser navê xwe û welatê xwe ji ber sekna biryardar û heqîqî ya ku di serî da Serokwezîr Adernê û Hikûmeta Zelandaya Nû li hemberî bûyerê raxistin pêş çavan, spas bikim."

Erdogan diyar kir di mijarên umetê eleqedar dikin da dibê bibin yek û bi hev ra tev bigerin û wiha got: "Di mijarên alema Îslamê û pêşeroja hemû mirovahiyê tehdîd dikin da dibê berjewendiyên demkin dernekevin pêşiya menfaetên demnavîn û demdirêj."

Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da balê kişand ser daxuyaniyên Serokê Amerîkayê yên der barê Gilên Golanê da û wiha axivî: "Ji ber daxuyaniya bextreş a Serokê Amerîkayê ya der heqê Girên Golanê da herêm bi qeyraneke nû, rageşiyeke nû ra rû bi rû ma. Em bi tu awayî destûrê nadin ku dagirkirina Girên Golanê bê meşrûkirin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.