Nihat Kavşut
22 Adar 2019•Rojanekirin: 23 Adar 2019
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Dijî gotinên ku rikberî û neyartiyê derdixin û tundî û terorê meşrû dikin înşellah em ê texsîr nekin û bi gotin û tevgerên xwe bertekê nîşan didin."
Çavuşoglu di vekirina Civîna Komîteya Îcrayê ya Acîl ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê da ku bi beşdarbûna wezîrên karên derva tê lidarxistin, axivî.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu destnîşan kir dijî gotinên ku rikberî û neyartiyê derdixin û tundî û terorê meşrû dikin înşellah em ê texsîr nekin û bi gotin û tevgerên xwe bertekê nîşan didin."
Çavuşoglu got ku wexta em li bingeha terora nijadperest ya her diçe zêde dibe mêze dikin tê da berpirsiyariya gotinên siyasetmedar û medyaya neyartiya Îslamê, neyartiya biyaniyan û neyartiya penaberan belav dikin heye.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir ji bona pirsgirêkên derdikevin ber Misilmanan û çareserkirina wan di platformên navneteweyî yên piralî da zehf girîng e em bi hev ra bixebitin û wiha got: "Divê êrîşên wiha bi destê mekanîzmayeke di bin banê Teşkîlata Hevkariya Îslamê da baş bên teqîbkirin û qeydkirin û li Rojava û raya giştî her gav bînin rojevê."
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir tu dîn û bawerî bi tundî û terorê nayê pênasekirin û got ku aştî di nav û bingeha dînê me yê Îslamê da ye.
"Dîn, ziman û neseba terorê tuneye, teror teror e"
Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariya Îslamê Yûsif bîn Ehmed el- Useymîn: "Divê em ji hemû serok û rêberan ra wiha bibêjin; dîn, ziman û neseba terorê tuneye, teror teror e. Heger em zimanê xwe xweş nekin û rê li ber êrîşên dijî Misilmanan negirin wê êrîşên wiha dewam bikin."
Useymînê Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariya ya Îslamê di vekirina Civîna Komîteya Îcrayê ya Acîl ya Teşkîlata Hevkariya Îslamê da ku bi beşdarbûna wezîrên karên derva tê lidarxistin, axivî.
Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariya Îslamê Yûsif bîn Ehmed el- Useymîn destnîşan kir dîn, ziman û neseba terorê tuneye, teror teror e û wiha axivî: "Divê em ji hemû serok û rêberan ra wiha bibêjin; dîn, ziman û neseba terorê tuneye, teror teror e. Heger em zimanê xwe xweş nekin û rê li ber êrîşên dijî Misilmanan negirin wê êrîşên wiha dewam bikin."
Useymînê Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariya ya Îslamê der barê êrîşa li Zelandaya Nû da wiha peyivî: "Ev êrîş bi rastî ji bo bi ser xwe hatina me da jî dibe ku bibe xaleke girîng. Ev êrîşa li ser Misilmanan hat kirin di qada xwe da jî ya herî hov bû. Ji ber vê êrîşa ku li Zelandaya Nû rû da em ê paşve gav neavêjin û neqedînin, ev wê nikaribe rê li ber tiştekî wisa veke."