Abdullah Tel
23 Gulan 2018•Rojanekirin: 23 Gulan 2018
BRUKSEL
Rêvebirê Payebilind (CEO) û avakarê Facebookê Mark Zuckerberg got: "Me berpirsyariyên xwe bi awayekî berfireh bi cih neanîn. Ev xeta bû û ez ji bo vê lêborînê dixwazim."
Zuckerberg li Parlementoya Ewropayê di civîna ku bi serokên komên siyasî ra kir da daxuyanî da û diyar kir ku Facebook di qada têkiliya ragihandinê ya di navbera mirovan da derfeteke nû pêşkêş kir û wiha pê da çû: "Di salên dawîn da ji bo ku ev derfet zirarê nede mirovan me gelekî hewl da."
CEOyê Facebookê Zuckerberg destnîşan kir ku wan di mijara tesîra xeberên derew û xelet da bikaranîna daneyên berhevkirî yên li ser hilbijartinê hesab nekirin û xelet tevgeriyan.
Ji ber vê kêmasiyê Zuckerberg lêborîn xwest û got: "Me berpirsyariyên xwe bi awayekî berfireh bi cih neanîn. Ev xeta bû û ez ji bo vê lêborînê dixwazim. Ji bo guherînên hewce dikin wext lazim e lê wê ev bên kirin. Em ê tewdîrên ewlehiyê zêde bikin. Ewlehiya daneyên mirovan ji pere qezenckirin û kar kirinê girîngtir e."