10 Sibat 2017•Rojanekirin: 11 Sibat 2017
ANKARA
Di dosyeya lêkolînê ya DYAyê ya di kovara "The Nation"ê de hat weşandin de dan zanîn ku PKK/PYDya rêxistina terorê ya li bakûrê Sûriyeyê, li herêmên xistine bin kontrola xwe bi deh hezaran sivîlên ereb û kurd bi darê zorê ji cih war kiriye û sûcê şer kiriye.
Di dosyeya ku kovarê bi alîkariya Fona Rojnamegeriya Lêkolînê amade kir de, hat îfadekirin ku YPGya ku di bin bandora rejima Esed û Îranê de ye, carinan bi DEAŞê re tevdigere. Herwiha ji sala 2013yan vir va li herêmên xistiye bin kontrola xwe bi awayekî sîstematîk ereb û kudên li hemberî rejima Esed ji herêmê derdixe, wan sirgûn dike, cih warên wan xirab dike û xaniyên wan dişewitîne.
Der heqê mijarê de zêdetirê 80 penaberên ji Sûriyeyê, endamên PKK/PYDyê, mensûbên berê yên rêxistina terorê, rayedarên hikûmeta Sûriyeyê, aktîvîstên siyasî û nûçegihanên "The Nation" yên li bakûrê Iraqê bi rayedaran re hevdîtin kirin, polîtîkaya tehcîrê ya ku YPG di nav bera 2014-2015an de li bakûrê Sûriyeyê birêve bir derxist holê.
Di dosyayê de hat gotin ku herçiqas ber bi sala 2016an hejmara sirgûnan kêm bibe jî dewam kirine, vê carê YPGyê zorê daye hemberên xwe yên siyasî û serî li rêyên wekî deresînorkirin, hepis û îşkencekirinê daye.
Rayedarên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) daxuyand ku herî kêm 300 hezar kurdên sûriyeyî mal û milkê xwe terikandin û hatin herêmê, herwiha zêdetirê 200 hezarî welatiyên kurd ku PYDyê zorê didan wan ku bibin esker jî revîn û xwe sipartin Tirkiyê.