10 Sibat 2017•Rojanekirin: 11 Sibat 2017
ANKARA
Hunermendê îngilîz Yusuf Îslam duh li Kulliyeya Serokomariyê bi Serokomar Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtinek kir. Îslam ji nûçegihanên AAyê re behsa ziyareta xwe ya Erdogan kir.
Yusuf Îslamê ku wek Cat Stevens navdar bû û piştî ku bû misilman navê xwe guherand got ku gelek sedemên wî hene ku ew hatiye Tirkiyeyê û wiha axivî: "Tirkiye li penaberan xwedî derket û gelekî xebitî, em hatin ku piştgiriyê bidin. Çend meh berê jî ez hatim Gazîentabê û min dît ku xebatên ji bo zarokan tên kirin, li tu dera dinyayê nayê kirin."
Îslam behsa vîdeoya penaberan a ku ji mala xwe vediqetin û bi strana wî ve hatiye amadekirin kir û got ku ev stran bi etîketa "Tu ne tenê yî (You Are Not Alone) li ser medyaya civakî hatiye belavkirin.
- "Xwedê Tirkiye û Erdogan parast"
Îslam behsa hewldana derbeya 15 tîrmehê kir û wiha axivî:
"Me hezkir piştî van bûyeran em bên Tirkiyeyeyê û piştgiriya xwe nîşanî bidin. Erdogan ji gelê xwe piştgiriyeke mezin dibîne. Ji ber vê Xwedê Erdogan û Tirkiye parast. Sedema vê xwedî derketina wî ya li penaberan e."
Îslam li ser Mizgefta Cambridgê ya ku Serokatiya Karên Diyanetê li Îngîltereyê çêdike jî axivî. Îslam got ku ji ber vê arîkariyê ew pir kêfxweş e û got: "Cambridge mejiye civata Îngîltereyê ye. Ji ber vê çêkirina vê mizzgeftê gelek giring e. Ev arikariyeke gelek baş e."