YPG/HSDya rêxistina terorê astengkirina texliyeya sivîlan ya ji Dêr Hafirê didomîne
Halab
YPG/HSDya rêxistina terorê li Dêr Hafira ku dagir kiriye, ku artêşa Sûriyeyê ew weke qada eskerî îlan kiribû, di astengkirina texliyeya sivîlan bi awayekî ewle, da berdewam e.
Komek ji terorîstên YPG/HSDê li herêma Dêr Hafir a Helebê çekên xwe danîn û teslîm bûn
Korîdora mirovî ya ku ji aliyê artêşa Sûriyeyê va ji bo derxistina demkî ya sivîlên herêma Dêr Hafirê heta bidawîbûna operasyoneke muhtemel hatiye çêkirin, îro jî vekirî dimîne.
Artêşê ragihand ku korîdora mirovî ya li ser rêya sereke ya M15ê, rêya sereke ya ku Dêr Hafirê bi Helebê va girêdide, dê heta saet 5ê êvarê bi dema herêmî ji bo derbasbûna sivîlan vekirî bimîne.
Di heman demê da, hat ragihandin ku YPG/HSDya rêxistina terorê, her wekî duhê dikir, îro jî rê li ber derxistina demkî ya sivîlan ji Dêr Hafirê ya ku ew dagir kiriye, digire.
Di daxuyaniyeke nivîskî ya Rêveberiya Navçeya Dêr Hafirê da hat diyarkirin ku rêxistina terorê hê jî rê li ber sivîlên ji Dêr Hafirê û derdora wê digire ku bi rêya korîdora mirovî va derkevin.
- Artêşa Sûriyeyê bang li endamên YPG/HSDya rêxistina terorê kir ku ji rêxistinê veqetin
Artêşa Sûriyeyê bang li endamên YPG/HSDya rêxistina terorê kir ku ji rêxistinê veqetin.
Artêşa Sûriyeyê bi rêya ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANAyê, bang li endamên YPG/HSDya rêxistina terorê kir ku ji refên rêxistinê derkevin.
Ji endamên YPG/HSDê ra hat xwestin ku ji rêxistina terorê veqetin û ber bi xalên artêşa Sûriyeyê yên herî nêzîk ve biçin.
Di daxuyaniyê da tekezê hat kirin ku "kesên ku ji rêxistina terorê derdikevin, çi Kurd bin çi Ereb bin, dê her dem û li her derê ji hêla hikûmeta Sûriyeyê va werin qebûlkirin."
Di daxuyaniyê da her wiha hat gotin ku pirsgirêk ne bi nifûsa herêmî ra ye, lê bi endamên PKKya rêxistina terorê û bermahiyên rejima Beşar Esed a hilweşiyayî ra ye û ev hêman armanc dikin ku sivîlan bikin hedef û civaka Sûriyeyê hilweşînin. Di dawiyê da wiha hat gotin, "Bêyî derengmayînê ji vê rêxistinê derkevin û vegerin dewlet û gelê xwe."
Nûçegihanekî ji SANAyê diyar kir ku duh komek endamên YPG/HSDyê li herêma Dêr Hafirê ya rojhilatê Helebê teslîmî artêşa Sûriyeyê bûne.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
