Dinya

Komek ji terorîstên YPG/HSDê li herêma Dêr Hafir a Helebê çekên xwe danîn û teslîm bûn

Muhammed Semiz  | 16.01.2026 - Rojanekırın : 16.01.2026
Komek ji terorîstên YPG/HSDê li herêma Dêr Hafir a Helebê çekên xwe danîn û teslîm bûn

Halab

 Komek ji terorîstên YPG/HSDê li herêma Dêr Hafir aku dikeve rojhilatê bajarê Helebê çekên xwe danîn û teslîm bûn.

Ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê SANA, di nûçeya xwe ya ku çavkanî weke Nivîsgeha Medya û Ragihandinê ya Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê nîşan da, ragihand ku komek ji endamên YPG/HSDê li eniya Dêr Hafir a rojhilatê Helebê çekên xwe radest kirine.

Di raporê da hat gotin ku endamên YPG/HSDê yên ku teslîm bûne derbasî aliyê artêşa Sûriyeyê ya xeta pêşîn bûne û teslîm bûne.

Hejmara rastîn a endamên YPG/HSDê yên teslîmbûyî nehatiye eşkerekirin.

Piştî paqijkirina taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê yên parêzgeha Helebê ji YPG/HSDya rêxistina terorê, artêşa Sûriyeyê ragihand ku xeta Dêr Hafir-Meskene, herêma dawî ye ya ku li rojavayê Rûbarê Feratê, di bin dagirkeriya rêxistinê da ye.

Xeta Dêr Hafir-Meskene wekî herêmeke eskerî hatibû ragihandin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın