Haydar Şahin
08 Gulan 2018•Rojanekirin: 08 Gulan 2018
ATÎNA
Daîreya Îlticayê ya Yewnanistanê ji derbekarên ku piştî hewla derbeyê ya FETOyê revîbûn Yewnanistanê daxwaza îlticayê ya derbekarekî din jî qebûl kir.
Li gor agahiyên hatin sitandin, komisyona girêdayî Daîreya Îlticayê, daxwaza îlticayê ya eskerekî derbekar yê ku revîbû Yewnanistanê qebûl kir.
Hê navê eskerê fîrarî yê derbekar nehat eşkerekirin, îhtimal ew e ku wî derbekarî ji qereqola polêsan a ku lê binçavkirî ye were berdan.
Daraza Şêwirê ya Yewnanistanê berê jî daxwaza îltcayê ya Suleyman Ozkaynakçî qebûl kiribû û biryar dabû ku bi şertê kontrola edlî were berdan.