Selen Valente Rasquinho
17 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2024
Nûnera Bilind a Karûbarên Derva û Polîtîkayên Ewlekariyê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Kaja Kallasê ragihand ku ewê nûnertiya xwe ya li Şamê dîsa vekin.
Kallas li Lijneya Giştî ya Parlementoya Ewropayê di rûniştina bi mijara Sûriyeyê da axivî.
Kallasê bi bîr xist ku duh heyeta dîplomatîk a astbilind ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ji Şamê veguhastibûn Beyrûtê, şandine Şamê û got, "Ji peywendiyeke bi îhtiyat a bi serektiya nû û civaka sivîl ra, me dest bi pêvajoyê kir."
Kallasê got, "Em amade ne balyozxaneya YEyê ya li Şamê dîsa vekin. Em dîsa dixwazin bi awayekî temam çalak bibe."
- Hevkariya bi welatên herêmê ra
Kallasê tekezî li wê yekê kir ku hevkariya bi welatên herêmê ra ji bo peywendiya erênî gelekî giring e û wiha got,
"(Piştî rûxana rejima Beasê) Sûriye bi siberojeke erênî lêbelê nediyar ra rûbirû ye. Divê em bi aktorên herêmê ra bi hev ra bixebitin. Ji ber vê, em digel welatên Erebî, Neteweyîn Yekbûyî, DYA û her wiha Tirkiye bicivin û heman binemayan parve bikin, heman peyaman bidin, her wiha em bînin ziman ka em çi dixwazin û vana bigihînin serweriya nû. Ev tişt gelekî giring in."