10 Adar 2016•Rojanekirin: 10 Adar 2016
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji ber pevçûn, leyî, quraxî, hişkayî û sedemên her wekî din xurekê 34 welatan têrê nake ku bidin welatiyên xwe.
Rêxistina Xurek û Çandiniyê ya NYyê rapora salane ya der heqê mijarê da nîşan dide ku li gelek welatan xwarin û xurek kêm e, ji bo vê hewcedarên alîkariya welatên din in.
Ji wan welatên ku tên qalkirin 27 hebên wan li Afrikayê, 7ê wan jî li Asyayê ne. Navê wan welatan wiha ye: Zîmbabve, Burkîna Faso, Çad, Cîbûtî, Erître, Gîne, Lîberya, Malavî, Malî, Morîtanya, Nîjer, Sîerra Leon, Burundî, Kongo, Etiyopya, Kenya, Lesotho, Madagaskar, Mozambîk, Sudana Başûr, Sudan, Svazîland, Uganda, Komara Afrîkaya Navîn, Somalî, Kamerun, Komara Kongoya Demokratîk, Efxanistan, Myanmar, Nepal, Iraq, Sûriye, Koreya Bakur û Yêmen.
Sedema kêmasiya xureka li hin welatan her çiqasî leyî, quraxî û hişkayî be jî li Sûriye, Iraq, Yêmen, Sudana Başûr, Burundî, Komara Afrîkaya Navîn, Efxanistanê ji ber ku pevçûn û şer hene cotkarî nayê kirin ji ber vê kêmasî heye.