Türkan Tosun
26 Sibat 2019•Rojanekirin: 26 Sibat 2019
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf li ser hesabê xwe yê Instagramê daxuyand wî dev ji wezîfeya xwe berdaye.
Zarîf di peyama xwe da wiha got: "Ez spasiya gelê ezîz û wêrek ê Îranê, rayedarên biqîmet ên ku 47 mehan nezaket nîşanî min dan, dikim. Ji ber wezîfe û xizmetên ku min di dema wezîfeya xwe da nekirin bi dil û can ez lêborîna xwe dixwazim. Biminîn di nav xêr xweşiyê da."
Ebas Museviyê Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Îranê daxuyanî da ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNAyê û îstifaya Zerîf piştrast kir.
Der barê îstifaya Zerîf da hê tu daxuyanî nehat dayîn.