Önder Beyter
08 Mijdar 2018•Rojanekirin: 08 Mijdar 2018
WASHINGTON
Wezîrê Edaletê yê Amerîkayê Jeff Sessions ragihand ku wî li ser daxwaza Serok Donald Trump dest ji wezîfeya xwe kişand.
Di nameya îstifayê ya Wezîrê Edaletê Sessions ku peyamnêrê AAyê bi dest xist da wiha hat gotin, "Birêz Serok, ez li ser daxwaza we îstifaya xwe pêşkêş dikim. Ez sipasiya we dikim ku we ev firsend da min."
Sessions bal kişand, di maweya ku wî li wezaretê peywir bi cih anî da ew bi xweşî û başî xebitî û sipasiya hemû hevalên xwe yên kar kir.
Ji aliyekî din va jî Serokê Amerîkayê Donald Trump ji ser hesabê xwe yê Twitterê li ser mijarê daxuyaniyek da û wiha got, "Em ji ber peywira wî, sipasdarê Wezîrê Edaletê Jeff Sessions dikin û em hêviyên xwe ya qencîxwaziyê jê ra pêşkêş dikin. Dê di demeke pêş me da were destnîşankirin bê ka kê dê ji vê peywirê ra were bi awayekî mayînde were tayînkirin."
Trump herwiha ragihand ku piştî Sessions, Midûrê Personelê Wezareta Edaletê Matthew G. Whitaker dê vê peywirê berwext bi cih bîne.
- Biryara çûyînê rastî serkeftina hilbijartinê ya Demokratan hat
Piştî ku di hilbijartinên navberê yên Kongreyê da Demokratan di Meclisa Nûneran da piranî bi dest xist, Trump dawî li peywira Wezîrê Edaletê Sessions anî ku vê yekê jî bal kişand ser xwe.
Di şîroveyên çapemeniya Amerîkayê yên li ser mijarê da ji bo bi destê Trump bidawîanîna peywira Sessions ew yek wekî sedem hat nîşandan ku bi taybetî di lêpirsîna Rûsyayê ya der heqê Trump da Sessions têra xwe têkoşîn neda.
- "Li holê tu tişt tuneye"
Trump di civîna çapemeniyê ya ewil ku piştî hilbijartinên Kongreyê li dar xist da wiha got, "Diçin tên, behsa lêpirsînekê dikin. Di destê wan da tu tişt tuneye. Çima? Ji ber ku li holê tu tişt tuneye."
Ji xeynî vê, Trump got ku ew kengê bixwaze dikare dawiyê li lêpirsîna Rûsyayê ku bi destê Dozgerê Taybet Mueller tê meşandin, bîne û wiha got, "Ez naxwazim vê yekê bikim. Ji ber ku ez ji rawestandin hez nakim. Ev lêpirsîn etabeke mezin e. Divê qet dest pê nekira ji ber ku li holê tu sûc tuneye."
Jeff Sessions di adara 2017an da gotibû ku wekî Wezîrê Edaletê ew naxwaze têkildarê lêpirsîna Rûsyayê bibe û bal kişandibû ser xwe. Trump jî meha çûyî der heqê Sessions da pir tund axivîbû û wiha gotibû, "Wezîrekê min ê Edaletê tuneye."