Serokê Amerîkayê Trump got ku heke bi Îranê ra li hev nekin dê derbasî "merhaleya duyemîn" bibin
Washington DC
Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir dixwazin ku bi Îranê ra peymanekî çêkin û mizakere dewam dikin û got ku "Heke em li hev nekin em ê derbasî merhaleya duyemîn bibin û ev merhale dê ji bo wan gelekî dijwar be, ez ne li pey vê me."
Serokê Amerîkayê Trump civîna çapemeniyê li dar xist û serenavên der barê mizakereyên bi Îranê re û rewşa niha nirxand.
Trump da zanîn dixwazin ku bi Îranê ra peymanekî çêkin û di hevdîtina duh a bi Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu ra jî rewşa rojane ya der barê vê mijarê da nirxandin û destnîşan kir ku dixwazin bibînin ku pêvajo ber bi ku va diçe.
Trump got ku "Divê em bi Îranê ra peymanekî îmze bikin heke ne ev dê (ji bo wan) gelekî travmatîk be, ez naxwazim ev bibe, em divê bi wan ra lihevkirinekî bikin." û destnîşan kir ku heke bi Îranê ra peymanekî çênekin ev dê ji bo birêvebiriya Tehranê "encamên xirab" derxîne holê.
Serokê Amerîkayê diyar kir ku Netanyahu jê ra der barê "bila bi Îranê ra mizakere neke" da tiştek negot lêbelê mijarê bi berfirehî guftûgo kirin û got ku "Netanyahu rewşê fehm dike lê di dawiyê da ev biryar ya min e."
Trump destnîşan kir ku peymana muhtemel a dê bi Îranê ra bikin divê ji bo Amerîkayê "peymaneke adil û baş be" û got ku "Heke em li hev nekin em ê derbasî merhaleya duyemîn bibin û ev merhale dê ji bo wan gelekî dijwar be, ez ne li pey vê me."
Trump pirsekî der barû teqwîma hevdîtinê ya bi Tehranê ra dê heta kengî dewam bike jî bersivand û da zanîn ku heta bixwaze dê bi Îraniyan ra hevdîtinê bike, dibe ku pêbajo meha pêş me jî dewam bike û biryara dawîn a wî ye.
- "Ji 7ê cotmehê her kes berpirsyar e"
Trump pirsa der barê di êrîşên Hemasê yên 7ê cotmehê da "kêmasiya ewlehiyê" ya Netanyahu heye yan na bersivand.
Serokê Amerîkayê got ku "7ê cotmehê rojekî dijwar bû û bawerim berpirsyariya her kesê heyeç Ev êrîşeke surpîrz bû. Tu kesê hêvî nedikir, wî jî hêvî nedikir. Wî serokwezîriyeke gelek baş a heyama şer kir."
Trump destnîşan kir wisa bawer dike ku ji bo Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê efû bê derxistin û di vê mijarê da bangî Serokomarê Îsraîlê Isaac Herzog kir û got ku "Serokomarekî ku efûkirina wî red dike heye. Bi ya min ev mêruk di vê doza berdewam dike da ji ber efûnekirinê divê jixwe şerim bike. Şerm e ku nayê efûkirin (Netanyahu). Divê wî efû bike."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
