Abdullah Tel
26 Îlon 2019•Rojanekirin: 27 Îlon 2019
Serokwezîrê Malezyayê Manathîr Mihemed diyar kir ku welatên xwedî hêz guh nadin Neteweyên Yekbûyî (NY) û biryarên ku wê hildaye, nakin.
Serokwezîrê Malezyayê Manathîr ê ku ji bo 74emîn Hevdîtinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New Yorkê bû di Forûma Lîderên Dinyayê ya li Zanîngeha Colombiayê hat kirin da, axivî.
Manathîr destnîşan kir ku ji bo dinya çêtir bibe pêwistî bi pir alîtiyê heye û wiha dewam kir: "Heke me yek alîtiyê qebûl bikira hemû pirsgirêk wê bi şer û pevçûnan hel bibûna lê me tu carî wisa nekir. Di şûna vê da me bi cîranên xwe ra lihevrûniştinan kir. Ji ber vê jî pir alîtî ji bo me dûr nîne lewra dinya êdî bûye mîna bazarekê. Ji bo me ya muhîm ewe ku bila li hemû welatên dinyayê aştî û aramî hebe û di qada bazirganiyê da şirîkên me bin."
Serokwezîr Manathîr bal kişand ser niqaşa ku ji bo Behra Çînê ya Başûr tê kirin û got: "Çîn dibêje ku ew der aîdê wan e, xwedî wê fikrê ne. Ji bo derbasbûna keştiyan heta ku destûrê bidin pirsgirêk tuneye. Em jî dikarin bibêjin ku Awistralya aîdê me ye lê Awistralya qet guh nade vê lewra tiştekî wisa nabe."
- "Welatên bihêz guh nadin Neteweyên Yekbûyî"
Manathîr destnîşan kir ku NY li hemberî pirsgirkên çar aliyê dinyayê diqewimin mayê ji dest tê nabe serî û wiha pê da çû: "Li hemberî hikûmeteke ku li miletên xwe zilmê dikin heke NY nikaribe tiştekî bike ev nîşan dide ku bêtaqetî heye."
Di axaftina xwe da Manathîr ragihand ku dema welatên bihêz guh nedin NYyê yên biçûk jî didin pey rêça wan û wiha domand: "Welatên bihêz guh nadin Neteweyên Yekbûyî û biryarên wê tevnagerin. Heke welatên mezin (xurt) guh nedin biryarên Neteweyên Yekbûyî wê welatên biçûk jî bidin pey rêça wan. Di vê rewşê da em dibînin ku welatên biçûk ên mîna Myanmarê jî pesê bi Neteweyên Yekbûyî nakin"