Abdullah Tel
26 Îlon 2019•Rojanekirin: 26 Îlon 2019
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ê ku ji bo hevdîtinên 74emîn a Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) çûbû New Yorkê li wir bi 6 serokên dewletan û 10 serokwezîrî ra hevdîtin kir.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê berhev kir Serokomar Erdogan di çarçoveya bernameya xwe ya li New Yorkê da bi serokên dewletan, serokomaran, wezîran û şandeyên curbecur ra hat bal hev.
Di roja ewil a ziyareta Serokomar Erdogan da Senatorê Amerîkayê Lindsey Graham çû cem û Serokomar piştî hevdîtina bi wî ra beşdarî Civîna Maseya Gilover a ku Enstîtuya Rojhilat-Rojavayê organîze kir, bû
Serokomar Erdogan ji ser têlefonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trûmp ê ku bo kapmanyaya xwe ya hilbijartina derketiye gerê ra axivî, bi nûnerên civaka Misilmanên Amerîkayê ra şîv xwar û di organîzasyona Komîteya Beralîkirina Neteweyî ya Tirk-Amerîkanê amade kir da jî bi civaka Tirk, hemnijad û Misilman ên li Amerîkayê ne ra hat bal hev.
Di roja duyemîn a serdana xwe da jî Serokomar Erdogan şandeya Yekîtiya Cihûyên Dijî Siyonîzmê qebûl kir, beşdarî bernameya Şîva Bastanî ya Weqfa TURKENê bû û li wir xîtabî beşdarvanan kir.
- Vekirina Pêşangeha Ara Guler
Nûnerên saziyên Cihû yên li Amerîkayê û welatiyên Mûsevî yên li dor bera New Yorkê dijîn derketin hizûra Serokomar Erdogan û wî jî bi Serokwezîrê Belçîkayê Charles Michel û Serokê Konseya Serokatiya Dewletê ya Bosna Hersekê Zeljko Komsîç ra hevdîtin kir.
Serokomar Erdogan di heman rojê da beşdarî Dîwana Avhewayê ya NYê bû, Serokwezîrê Pakistanê Îmran Xan û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê qebûl kir, Pêşengeha Ara Guler vekir û di konsera biçûk a Fahîr Atakoglu da jî cih girt.
Di roja sêyemîn a ziyareta xwe da Serokomar Erdogan li Eywana Lijneya Giştî ya NYê beşdarî 74emîn Hevdîtinên Giştî yên Lijneya Giştî ya NYê bû, xîtabî Lijneya Giştî kir û bi Serokwezîrê Albanyayê Edî Rama, Sekreterê Giştî yê NYê Antonio Guterres, Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bîn Hamed Al Sanî û Serokwezîrê Îngiltereyê Borîs Johnson ra jî hat bal hev.
Serokomar Erdogan bi Serokomarê Somaliyê Mihemed Evdila Farmajo, Seroka Yekîtiya Navmeclisan Gabriela Cuevas Barron û Serokwezîrê Îtalyayê Giuseppe Conte ra hevdîtin kir.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo xatirê serokên şandeya resepsiyonek da û Serokomar erdogan jî beşdar bû.
Di roja dawîn a ziyaretê da jî Serokomar Erdogan bi Serokomara Hirvatistanê Kolînda Grabar Kitarovîç, Serokomarê Iraqê Berham Salih, Serokomarê Moldovayê Îgor Dodon, Serokê Konseya Serokatiya Libyayê Fayez Sarraj, Serokwezîrê Sudanê Abdallah Hamdok, Serokwezîrê Yewnanistanê Kiriakos Miçotakis û Serokwezîrê Çekyatyê Andrey Babîş ra hevdîtin kir û beşdarî civîna sê alî ya Tirkiye-Pakistan-Malezyayê bû.