İbrahim Atmaca
26 Îlon 2019•Rojanekirin: 27 Îlon 2019
Li Meclisa Neteweyî ya Awusturyayê pêşnûmayek hat qebûlkirin û li gor pêşnûmayê Yekîtiya Alîkariya Çandî û Civakî ya Tirk Îslamê ya Awusturyayê (ATÎB) û komeleyên Fikra Neteweyî wê werin kontrolkirin, heke tiştekî dijî qanûnan were tesbîtkirin wê werin girtin.
Li welêt roja yekşemê hilbijartin wê were kirin û beriya hilbijartinê meclis cara dawîn civiya û di çarçoveya têkoşîna tundrawiyê da li ser pêşnûmayên ku partiyan amade kirine sekinî.
Partiya Liste Jetztyê ku di hilbijartina dawîn da dijayetiya Tirkiyeyê kir û ket meclisê, pêşnûma amade kir ku hin saziyên Misilmanan werin girtin. Pêşnûma bi dengên Partiya Gel a Awusturyayê (OVP) û Partiya Azadiyê ya Awusturyayê (FPO) hat qebûlkirin.
Di pêşnûmayê da seba saziyên Misilmanan gotina "komeleyên Îslamîst" hat gotin û hat xwestin ku ATÎB û komeleyên Fikra Neteweyî werin kontrolkirin, heke tiştekî dijî qanûnan were tesbîtkirin bira werin girtin.