Muhammet Kurşun
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 08 Hezîran 2017
ANKARA (AA) - Wezîra Berevaniyê ya Almanyayê Ursula Von der Leyen û Wezîrê Berevaniyê Fikri Işik, der barê biryara neqilkirina unsûrên eskerî yên Almanyayê ji Încîrlîkê bo Urdinê de bi telefonê axivîn.
Li gor agahiyên ji Wezareta Berevaniyê hatin wergirtin Leyen, bi telefonê li Işik geriya.
Von der Leyenê, der barê biryara Lijneya Wezîran a Almanyayê de ku unsûrên eskerî ji Încîrlîkê neqlî Urdinê bên kirin agahî da Işik.
Wezîra Alman Von der Leyen, bi vê wesîleyê ji bo mêvandariya li Încîrlîkê sipasdariya xwe anî ziman û got ew mecbûr mane biryareke wisa bistînin. Herwiha diyar kir ku der brê plana barkirinê de jî careke din dê Tirkiyê agahdar bikin.
Işik jî destnîşan kir ku ji bo ev neqil bêyî zerer bigihê mucadeleya li dijî DEAŞê çêbibe dê hesasiyeta pêwîst were nîşandan, ev jî tebîî ye.
Di axaftinê de herdu wezîran li hev kir ku der barê hûrgiliyên Întiqalê de di nav têkiliyên nêzîk de bin.