ŞANLIÛRFA
Komeke kurdên kobanêyî yên ku xwe sipartibûn Tirkiyeyê, derbasî Kobanêyê bûn.
Kurdên kobanêyî yên ku bi qasî 6 meh beriya niha ji ber pevçûnên di navbera DÎŞI û hin komên kurdan de reviyan û xwe sipartin Tirkiyeyê piştî ku DÎŞI ji herêmê hat dûrxistin kom bi kom vedigerin welatên xwe.
Nêzî 2 hezar kesî ku di nav wan de jin û zarok jî hene, bi hin eşyayên ku bi xwe re anîbûn, hatin ber Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê yê li navçeya Sirûcê.
Kurdên kobanêyî ji cihê ewlehiyê derbas bûn û nasnameyên wan hatin kontrolkirin. Kesên ku mûameleyên wan ên li navenda qeydê ya ku ji aliyê Serokatiya Birêvebirina Rewşa Acîl û Bobelatê ya Serokwezîriyê ve hat avakirin, temam bûn derbasî Kobanêyê bûn.
Di vê navberê de hat dîtin ku hêzên ewlehiyê yên ku li herêmê peywirdar in arîkariya penaberan dikin.
Ehmed Qasim daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ji ber ku vedigerin welatê xwe kêfxweş in. Qasim spasiya Tirkiyeya ku deriyên xwe ji bo wan vekir, kir û da zanîn ku dê bajarê xwe ji nû ve ava bikin.
Emîne Hemzayê jî da zanîn ku gelek bêriya welatê xwe kiriye û dixwaze demildest here mala xwe.