HEWLÊR
Ji rêvebirên PKKyê yê berê Nîzamettîn Taş diyar kir ku rêxistin wê guh bide bangewaziya Abdullah Ocalan a çekdanînê û got: "Di vê demê de heke provakasyonên ku ji binî ve rojevê biguherînin pêk neyên rêveberiya PKKê wê kongreyê bike û li gor bangewaziya Ocalan wê îlan bike ku li Tirkiyeyê dawî li têkoşîna bi çek anîne. Li Qendîlê tu hêzeka ku li dijî biryara Ocalan derbikeve tuneye."
Taş ê ku li Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê xebatên xwe yên siyasî didomîne di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de bangewaziya Ocalan a çekdanînê ya ji bo PKKyê ji nûçegihanê AAyê re nirxand.
Rêvebirê PKKê yê berê destnîşan kir ku Qendîl wê guh bide bangewaziya Ocalan û wiha pê de çû: "Qendîl wê guh bide bangewaziya Ocalan a çekdanînê. PKKê di vê meseleyê de xwe girêda. Rêvebirên wê diyar kirin ku piştgiriyê didin vê meseleyê û ragihandin ku teza Ocalan dipejirînin. Bêguman wê kongre bê kirin. Di vê demê de heke provakasyonên ku ji binî ve rojevê biguherînin pêk neyên rêveberiya PKKê wê kongreyê bike û li gor bangewaziya Ocalan wê îlan bike ku li Tirkiyeyê dawî li têkoşîna bi çek anîne."
- "Li Qendîlê tu hêzeka ku li dijî biryara Ocalan derbikeve tuneye"
Taş îdia kir ku li Qendîlê tu hêzeka ku li dijî biryara Ocalan derbikeve tuneye û wiha dewam kir: "Welew kî hebe jî ev di asta bicihneanîna daxwaza Ocalan de wê nebe. Rewşeke ku bangewaziya Ocalan bidin sekinandin, qebûlnekirin û yan jî taloqkirin ne mimkûn e. Jixwe PKKê ragihand ku bangewaziya Ocalan qebûl kirine. Di kongreya ku rojên pêş me û yan jî di mehên pêş me de wê bê kirin de PKKê bibêje 'em dawî li wê pêvajoya têkoşîna bi çek ku ev 30 sal e em didomînin tînin û li gor vê jê hêzên xwe vedikşînin.' Yanî ew ê vê biryarê bidin."
Taş ragihand ku PKK bi tenê li hemberî dewleta Tirkiyeyê wê dawî li têkoşîna xwe ya bi çek bîne û li ser axa welatên din dê çekan daneyne, hêzên xwe yên gerîla jî tasfiye nake û axaftina xwe wiha domand: "Ez li gor tecrubeyên xwe dibêjim ku wê formuleke wiha bibînin. 'Li Tirkiyeyê me dawî li têkoşîna xwe ya biçek anî. Ji ber vê jî em gerîlayên xwe vedikişînin. Rêbazên têkoşîna demokratîka siyasî dipejirînin.' Ew ê li ser vê yekê li hev bikin û piştî wê jî wê wiha bibêjin 'Gerîla hêza parastinê ya Kurdistanê ye. Li Rojava û herêma Kurdistanê şer didome. Ji ber vê jî gerîla wê di şerê li vê derê de çalak be û wek hêza parastina Kurdistanê wê rola xwe bi awayekî aktîf bidomîne.' Biryara wan wê ev be. Jixwe li Rojava şerekî ku bi pêşengiya PKK û PYDyê didome heye û ji ber vê jî wê vê hêza hanê bi awayekî çalak li wê li Rojava bi kar bînin. Dibe ku li dijî Îranê jî bi kar bînin. Yanî biryara ku bidin bi tenê ji bo Tirkiyeyê ye. Ji bo 3 perçeyên din ên Kurdistanê hêza gerîla wê bi awayekî aktîf li cihê xwe be. Yanî bi navê hêza parastinê ve wê hebûna xwe bi vî awayî bidomînin."
Di axaftina xwe de Taş got ku piştî çekdanînê rêxistinên jin ên PKK û KCKê jî wê biçin kongreyê û wiha dewam kir: "PKKê di bin banê KCKê de çiqas rêxistinên siyasî û eskerî û partî hebin wê kongreyê bikin. Lewra li ser pergal û stratejîkê guherînek pêk tê. Ev ne meseleyeke wisa ye ku meriv bi civînên rojane hel bike. PKK bi kirina kongreyê mecbûr e roforman bike û xwe biguherîne. Bi rastî me 11 sal berê dixwest vî tişî bikin lê çû. Li Tirkiyeyê rêxistinên îllegal ên wek PKKê hewce nakin. Jixwe partiyên siyasî hene. PKK û rêxistinên îllegal ên ku ji bo armancên din hatine damezrandin wê êdî tunebin. Armanca PKKê jî bi tevahî têkoşîna siyasî û demokrat e."
- "PKK êdî qediyaye"
Nîzamettîn Taş diyar kir ku PKK êdî qediyaye û bi rastî jî rola ku hewce dikir bi cih anî û bû dîrok û wiha got: " PKK bi rastî rola ku hewce dikir bi cih anî û bû dîrok. Mayîna wê jî li gor helwesta Tirkiyeyê wê eşkere bibe. Lê êdî PKK qediyaye û tasfiye bûye. Heyama PKKê ji hêla dîrokî ve êdî teqez bi dawî bûye. Daxuyaniya liDolmabahçeyê jî ev yek nîşan da û îlan kir. Ji vê saetê bi şûn de ji hêla stratejîk ve êdî paşve gav nayên avêtin û PKKê bangewaziya Ocalan qebûl kiriye. PKK têkoşîna xwe ya bi çek a ku li Tirkiyeyê didomand biqedîne û hêzên xwe paşve bikşîne bi vî awayî wê êdî tasfiye bibe. Yanî nav dixwazî bila hebe dixwazî tunebe sedema hebûna wê ji holê rabibe. PKK heke bimîne jî hinceta hebûna wê dê tunebe, nav hebe jî wê wek berê nebe. 10 sal berê jî ev biryar hatibû dayîn lê nîhayet ev biryar niha dikeve rewacê. Ev guherîneke biwesf e. Tê wê meneyê ku pêvajoyeke bi awayekî cidî bi dawî dibe."
- Rêxistinê ji mecbûrî tercîh kir
Taş ragihand ku di meseleya çekdanînê de PKK mecbûr bû ku tercîhekê bike û wiha dewam kir: "PKK bi vê tercîhê re rû bi rû ma. Ya wê li eniya Îran-Şiîyan cih bigirta û pêvajoyê sabote bikira û yan jî wê dev ji tercîha xwe berda û ji bo çareseriyê bixebitiya. Bi qasî ku tê fehmkirin Qendîl ji Îranê dûr ket û dev ji eniya şiiyan berda û li hêla din cih girt. Kobanê ji bo vê biryarê bi kêr hat û bû sedem. Lewra Tirkiyeyê sînorê xwe ji bo derbasbûna pêşmergeyan vekir, hêzên koalîsyonê ku di bin pêşengiya DYAyê ji hewayê ve piştgirî dan. Dibe ku pir nayê rojevê lê li Tirkiyeyê ji hezarî zêdetir YPGyî yên birîndar hatin dermankirin. Niha hemû pêwîstiyên lojîstîk ê Rojavayê Tirkiye hel dike. Yanî heke Tirkiye deriyê xwe bigire kurdên li Rojavayê nikarin ji tu cihekî alîkariyê hildin. Ji vê saetê bi şûnde bazirganiya ku bê kirin jî bi tenê ji ser Tirkiye û yan jî Kurdistanê mimkûn e. Yanî bi her awayî heke PKKê li hêla eniya şiiyan cih bigirta him deriyê herêma Kurdistanê wê bihatana girtin û him jî yê Tirkiyeyê. Faktorên wiha ku meriv mecbûr dihêlin hene."
Taş diyar kir ku piştî çekdanînê divê tundiya di nav xelkê kurd de jî bi dawî bibe û wiha got: "PKK li Kurdistanê ji bo kurdan mecbûr e ku rêyeke nû eşkere bike. Kesê ku nikaribe di nav xwe de aştiyê bi cih bike li derve qet nikare aştiyê bike. Wek perçeyekî vê çareseriyê divê teqez dawî li tundiya di nav kurdan de heye jî bê. Madem siyaset tê tercîhkirin û li gor vê xebat tên kirin ewil divê di nav kurdan de aştiya navxweyî, demokratîk û zihniyeta azadiyê bi cih bibe. Ev çand divê herî ewil jî ji hêla PKKê ve bê pejirandin."
- Pêvajoya Çareseriyê
Nîzamettîn Taş der heqê pêvajoya çareseriyê de jî fikrên xwe parve kir û xwest ku bila hemû hêlan tevlî pêvajoyê bikin û wiha axivî: "PKK heke bi tena serê xwe rabe û bixwaze li Tirkiyeyê pirsgirêka kurd çareser bike ev dibe xespa îradeyê. Yanî ev dibe tiştekî wisa ku kurd tev nînin û du hêz li ser navê wan biryarê didin."
- Pirsgirêka bendê ya HDPê
Taş diyar kir ku li gor wî ji bo HDPê ji sedî 15 deng hene û wiha pê de çû: "Lê ev nayê wê meneyê ku HDP wê ji bendê derbas bibe. Heke bi zihniyeteke demokratîk tevnegere, her kesî hembêz neke, polîtîkayeke wisa nepejirîne û hê jî hin kesan wek 'xayîn' bibîne û wek dijmîn bihesibîne û helwesta xwe ya berê bidomîne wê demê nikare ji bendê derbas bibe."
Taş destnîşan kir ku heke van tevgeran neke û her kesî hembêz bike dibe ku ji bendê derbas bibe.
news_share_descriptionsubscription_contact
