Abdullah Tel
16 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 17 Rêbendan 2018
SELAHEDDÎN
Hat ragihandin ku şêniyên herêma Silêman Bega Iraqê ku 3 sal berê ji DEAŞa rêxistina terorê hatibû xilaskirin vedigerin ser mal û milkên xwe.
Hêzên hikûmeta navendî piştî ku herêm hildan bin kontrola xwe û li herêmê ewlehî pêk anîn, welatiyên herêmê yên koçkiribûn dest bi vegerê kirin.
Li herêma Silêman Begê 35 hezar kes dimîne, herwiha tevahiya gelê herêmê mecbûrî koç kiribû.
Hat destnîşankirin ku DEAŞê li herêmê kevir li ser kevir nehiştiye û şêniyên herêmê yên ku ber bi wîlayeta Kerkûk û Selaheddînê va çûne jî vedigerin malên xwe.
Herêm 3 sal berê ji rêxistinê hat stendin lê ji ber îhtimala êrîşên hucreyên veşarî yên rêxistinê, vegera şêniyan dihat taloqkirin.
Bi xêra serdestiya hêzên rêveberiya navendî ya Iraqê welatî hêdî hêdî dest bi vegerê dikin.